Ji bo Gorgun û Kahraman meş hat lidarxistin: ‘Bimre xiyanet’ 2023-04-11 15:32:31   MÊRDÎN - Bi girseyî serdana şîna Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan û endamê HPG’ê Mûsa Kahraman ên li herêma Omeriyan hatibûn înfazkirin, kirin. Bi sedan kes piştî şînê li gel berzkirina dirûşmeya “Bimre xiyanet” meş li dar xistin.    Li gundê Cinata herêma Omeriyan a Mêrdînê bi îdiaya “PKK’yî” ye bavê 8 zarokan Lokman Gorgun (53) û endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar/Çiyager) tê gotin ku hatine înfazkirin. Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi sedan kes û siyasetmedar çûn serdana şîna Gorgun û Kahraman a li gundê Cinata. Li ser rêya gund xelkê gund girseyê bi berzkirina dirûşmeyan pêşwazî kir û heta mala şînê meş li dar xistin.    Girseyê di meşê de dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re berz kirin. Girse li ber mala şînê ji aliyê jinan ve bi berzkirina dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin.    Hevserokê HDP’a Mêrdînê Mehmet Alî Yîgît di serdana şînê de axivî û da zanîn ku ew ê xwedî li têkoşîna azadiyê û mirovahiyê derkevin û ew ê destûr nedin ku ala têkoşîna azadyê bikeve û têkoşîn deynê stûyê wan e.     BI DIRÛŞMEYA ‘BIMRE XIYANET’ MEŞ    Piştî şînê girseyê dîsa meş li dar xistin û dirûşmeya “Bimre xiyanet” berz kirin û heta ser gora her du cangoriyan meş li dar xistin. Li ser gorê dia hatin kirin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin.    ‘DAYIKA TE SERBILIND E’    Dayika Kahraman, Turkan Kahraman axivî û destnîşan kir ku ew serbilind in û got: “Mêvanên te pir in. Bila serê te bilind be. Dayika te nagirî. Soza min dabû te, min bi cih anî. Serê min bilind e. Heta dawiya emrê xwe ez ê li pey şopa te bim.”    ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’    Hevjîna Gorgun, Fusuna Gorgun jî diyar kir ku serê wan bilind e û wiha got: “Bijî Rêber Apo. Bijî gerîlayên li serê çiya. Bila serê gelê Kurdistanê sax be. Hevjînê min û Kahrman di encama xiyanetê de hatin kuştin.”    Lawê Gorgun, Mehmet Gorgun jî da zanîn ku bavê wî hatiye înfazkirin û ew ê hesabê vê yekê bipirsin.    Xizmên Gorgun û Kahraman li dijî înfazê nerazîbûnên xwe anîn ziman.