Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê 2023-04-11 19:39:39   NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kampanyaya nameşandinê ji NY’ê re da destpêkirin. PJAK’ê bang li hemû jinên azadîxwaz kirin ku tevlê kampanyayê bibin.   Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ de dest bi kampanya namJi RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê   NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kampanyaya nameşandinê ji NY’ê re da destpêkirin. PJAK’ê bang li hemû jinên azadîxwaz kirin ku tevlê kampanyayê bibin.   Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ de dest bi kampanya name şandina ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. RJAK’ê li bajarê Silêmaniyê dest bi kampanyayê kir û wê kampanya heta 25’ê Nîsanê berdewam bike.   Wê name bi şêwazê destnivîs, nameyên elektronîk û peyamên bi dîmen werin komkirin. Kesên tev li kampanyê dibin, dikarin bi zimanê Kurdî û Erebî name û peyamên xwe bişînin.   RJAK’ê di civîna çapemeniyê de têkildarî ragihandina kampanyê daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê Endama RJAK’ê Çiro Şiwanî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di rewşa herî giran a girtîgehê de tê ragirtin. Hiştina Rêber Ocalan a di girtîgehê de, kuştina dîrok û gelê Kurd e, em ê di beramber de bêdeng nebin. Ew paradîgmaya ku li ser fikir û felsefa Rêber Ocalane, azadiya jinê zindî hiştiye û jîngeh û mirovahî esas wergirtiye. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ çavkaniya xwe ji Îmraliyê girtiye ku ji bo me bûye çirayek geş. Ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên cîhanê jî bi vê dirûşmê ji nûve ji dayik bûne.   Ev du sal in tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir bûye. Ne malbat ne jî parêzer nikarin hevdîtinê li gel Rêber Ocalan bikin. Li dijî vê tecrîda giran, em wek RJAK bi dirûşma ‘mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ kampanya name şandina ji bo NY‘ê radigihînin. Em bang li tevayî jinên azadîxwaz bi taybetî jinên Başûr dikin ku li beramberî van tawan û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bêdeng nemînin û bi awayek çalak tev li kampanyê bibin.”e şandina ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. RJAK’ê li bajarê Silêmaniyê dest bi kampanyayê kir û wê kampanya heta 25’ê Nîsanê berdewam bike.   Wê name bi şêwazê destnivîs, nameyên elektronîk û peyamên bi dîmen werin komkirin. Kesên tev li kampanyê dibin, dikarin bi zimanê Kurdî û Erebî name û peyamên xwe bişînin.   RJAK’ê di civîna çapemeniyê de têkildarî ragihandina kampanyê daxuyaniyek da, daxuyanî ji aliyê Endama RJAK’ê Çiro Şiwanî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di rewşa herî giran a girtîgehê de tê ragirtin. Hiştina Rêber Ocalan a di girtîgehê de, kuştina dîrok û gelê Kurd e, em ê di beramber de bêdeng nebin. Ew paradîgmaya ku li ser fikir û felsefa Rêber Ocalane, azadiya jinê zindî hiştiye û jîngeh û mirovahî esas wergirtiye. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ çavkaniya xwe ji Îmraliyê girtiye ku ji bo me bûye çirayek geş. Ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên cîhanê jî bi vê dirûşmê ji nûve ji dayik bûne.   Ev du sal in tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir bûye. Ne malbat ne jî parêzer nikarin hevdîtinê li gel Rêber Ocalan bikin. Li dijî vê tecrîda giran, em wek RJAK bi dirûşma ‘mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ kampanya name şandina ji bo NY‘ê radigihînin. Em bang li tevayî jinên azadîxwaz bi taybetî jinên Başûr dikin ku li beramberî van tawan û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bêdeng nemînin û bi awayek çalak tev li kampanyê bibin.”