Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome 2023-04-11 20:47:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li li Taxa Katîp Kasim a li Fatîh a Stenbolê, buroya hilbijartinê vekir.   Partiya Çepên Kesk li Kuçeya Langa ya Taxa Katîp Kasim a navçeya Fatîhê ya Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ferhat Encu û Berdevkê Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Fatîhê Bahattîn Alparslan tev li vekirina buroyê bûn. Bi dehan kes tevî baran dibariya jî, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” govend gerandin.   Di vekirina buroyê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu diyar kir ku Partiya Çepên Kes wê bi awayekî herî xurt li parlamentoyê bê temsîlkirin û got: “Em ê bi awayek herî xurt nûneriya gelê xwe bikin ku em anîne vê rojê.”   Hevseroka Rêxistina Navçeya Fatîhê Seyrî Tepe jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'm Abdullah Ocalan û got ku ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Tepe diyar kir ku ew ê hem tecrîda li ser Îmraliyê hem jî li girtîgehên din bişkînin û got: "Wê jin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin. Wê gelê Kurd ê têkoşer tecrîdê bişkîne.“   AMED   Rêxistina Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk ) a Amedê, li Taxa Azîziye ya navçeya Yenîşehîrê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevkên Partiya Çapên Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û  Abbas Şahîn, hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan , TJA, MEBYA-DER,  endamên DBP û HDP'Ê,  Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn.    Beriya vekirina buroyê li ber def û zirnê govend hat gerandin. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û "Bimre faşîzim” hatin berzkirin. Meşale hatin vêxistin.   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn di vekirina buroyê de bal kişand ser rola jinan a li ser guhertina civakê û wiha got: “Em ê di 14'ê Gulanê de hikûmeta ku bi salan serê gelê me de xwîn rijandiye bişînin. Dengdan têrê nake. Divê gelê me jî sindoqên xwe biparêze. Pêwîst e em btax bi tax, gund bi gund xebatên hilbijartinê bimeşînin. Dema em sibeha 15'ê Gulanê rabin em ê van dizan bişînin. Ev gel dê hesab ji van faşîstan bipirse. Wê bi jinan re serkeftin û azadî were vî welatî. Ji bo vê yekê em ê tekoşîn û xebatên xwe bidomînin.”   ‘WÊ ÇEKÊ DEYNIN’   Piştre endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hava Kiran axivî û ve tişt gotin: “Ev hilbijartin qedera me ye. Divê em xwedî lê derkevin. Em dayik naxwazin dilê tu dayikê biêşe. Em ji partiya xwe re serkeftinê dixwazin. Cerdevanên ku îro çek di destê wan de, em bangê li wan dikin, hûn kurd in werin ji bo mafê mirovahiyê xebatê bikin, ne li hember gelê xwe. Wê çekê deynin. Ez serkeftinê ji gelê kurd re dixwazim. Serkeftin, wekhevî, yekîtî û azadî ji gelê xwe re dixwazim.”   Vekirina buroyê bi govendgerand, lîrandin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.