Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet! 2023-04-12 09:07:12 ŞIRNEX - Keça manewî ya Erdogan Hatice Atan ku li Şirnexê nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye, careke din bû namzeta parlementeriyê ya AKP'ê.   Tifaqên hilbijartinê û partiyên siyasî di 9’ê Nîsanê de lîsteyên xwe yên namzetan pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Partiya Çepên Kesk li Şirnexê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, rojnameger Ayşegul Dogan û Bedîrhan Osal wekî namzet nîşan dan. Lê belê namzetên ku AKP'ê li Şirnexê nîşan dane, cihên nîqaşê ne.    Ji lew re namzetên AKP'ê yên bajêr hema bibêje hemû xwedî sicîlek qirêj in. AKP'ê sercerdevan Arslan Tatar wekî namzetê rêza yekemîn û endama Desteya Rêveber a Baskên Jinan a Navendî ya AKP'ê Hatîce Atanê ku di heman demê de "keça manewî" ya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan e jî di rêza duyemîn de nîşan da.    Hatîce Atan ku li Şirnexê nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye, Seroka Baskên Jinan a AKP'ê ya Şirnexê ye.    BÊYÎ BIÇE KAR 11 SALAN MEAŞ WERGIRTIYE   Atan ku li bajêr bi nelirêtiyên xwe tê naskirin, bi salan Serokatiya Baskên Jinan a AKP'ê kiriye. Paşê derketibû holê ku Atan li Îdareya Taybet a Bajêr wekî xebatkar hatiye nîşandan. Hat hînkirin ku Atan a ku prîmên wê yên sîgorteyê 11 salan ji aliyê Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê ve hatine razandin, her meh bi awayekî rêkûpêk meaş wergirtiye. Hatibû belgekirin ku Atan a ku li yekîneya Xizmetên Gundan a girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr wekî xebatkar hatiye nîşandan, bêyî ku bibe ser kar meaş wergirtiye. Atan ku di gelek saziyên fermî de xwedî gotin e, ji aliyê Erdogan ve bi taybetî hatibû peywirdarkirin.    Tê zanîn ku li Komeleya Çand, Huner û Pêşxistinê ya Birca Belekê, li Navenda Tenduristiyê ya Bişengê ya berê, li Serokatiya AKP'ê ya Cizîrê, li Serokatiya AKP'ê ya Şirnexê û li hundirê avahiya kevn a şaredariyê ya li Keleha Cizîrê bêyî kirê bide gelek ofîsên wê hene.    BI SER GEL DE DIÇE   Atan, li bajêr bi wesayîtên bi plakeyên fermî digere û di dema wergirtina karkeran de jî endamtiya AKP'ê li welatiyan ferz dike. Atan xwişkeke xwe ya ji Beşa Wêneyan mezûn jî wextekê li Midûriyeta Nîvisgehê ya Şaredariya Cizîrê bi cih kiribû.    Herî dawî bi hewldanên Atan, Medreseya Sor tahsîsî Weqfa Hayratê hatibû kirin.    Atan ku di sala 2018'an de jî namzeta AKP'ê ya Şirnexê ya rêza duyemîn bû, di hevpeyvîneke xwe de gotibû: "Ji bo birêz Erdogan hesasiyeteke min a cuda heye. Ez ji bo wî, bêyî dudulî bibim dikarim biçim mirinê." Atan jî serî li senaryoya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ya ji bo welatiyan bibe li ber avahiya HDP'ê bide rûniştandin dabû, lê provakasyonê wê bi ser neket.