Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin 2023-04-12 13:47:11 SÊRT - Berdana girtiyê nexweş Îzzettîn Sevîlgen ê li Girtîgeha Gîresûnê girtî ye, cara çaremîn hat taloqkirin.    Îzzettîn Sevîlgen li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê tê ragirtin. Sevîlgen yek ji girtiyên nexweş e û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de cih digire. Berdan ango tehliyeya wî ji 17’ê hezîrana 2022’yan ve ev bû cara çaremîn tê taloqkirin. Divê ku Sevîlgen bihata berdan lê di 10’ê nîsanê di çarçoveya biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê de nehat berdan û tehliyeya wî 6 mehên din jî hat taloqkirin.    Sevîlgen di sala 1992’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “xerakirina yekitiya dewletê û hevpariya welat” ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hat girtin û cezayê mubedê lê hat birîn. Ji bo Sevîlgen neyê berdan îdia dikin ku girêdana wî ya bi rêxistinê re didome û vê yekê dikin hêceta taloqkirina berdana wî.