Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin 2023-04-12 16:33:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatine girtin.    Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi operasyoneke li Kerkukê li dar xistin 4 DAIŞ’î girtine. Hate diyarkirin ku yek ji DAIŞ’iyan madeyê teqemeniyê vediguhest û yekî din jî li ser rêya Tîgrît û Kerkukê ajokarên kamyonan direvand û dikuşt.