Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye 2023-04-12 16:39:31 NAVENDA NÛÇEYAN -  Di îdianameya derheqê 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegeran hatiye amadekirin de arşîvên dîmenan ên şîrketên produksiyonan, wêne û dîmenên ji bo bernameyan li ser înternetê hatine daxistin, rojname û pirtûkên hatine “desteserkirin” û pereyê ji bo bernameyan hatiye dayîn weke sûc hatin hesibandin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, polîsan di 8’e hezîrana 2022’yan de bi ser malan de girt û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes binçav kirin. Rojnameger, 8 rojan di bin çavan de hatin ragirtin û di 16’ê hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin û Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   15 JÊ GIRTÎ BI GIŞTÎ 18 ROJNAMEGER   Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî rojnamegerên girtî Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu û rojnamegerên bi awayekî serbest tên darizandin Esmer Tunç, Îbrahîm Bayram û Mehmet Yalçin de îdianame amade kir. Îdianame ji 728 rûpelan pêk tê û ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û 11’ê tîrmehê weke roja danişîna ewil hate destnîşankirin.    DOSYAYA ALAGAŞ HATE VEQETANDIN    Dozgeriyê, dosyayên derheqê Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş û rojnameger Gulşen Koçakê de bi biryara 21’ê adarê re tefrîk kir. her wiha Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulan jî di vê îdianameyê de cih negirtin.    ÎDIANAME JI 6 BEŞAN PÊK TÊ   Îdianame ji 6 beşan pêk tê. Beşa 1’emîn a îdianameyê mîna gelek dosyayên din ji “Peymana KCK’ê û avadaniya çapemeniyê”, beşa 2’yemîn ji destpêka lêpirsînê û agahiyên têkildarî şîrketên bi ser de hatiye girtin, beşa 3’yemîn ji xebatên ajans û produksiyonê û nûçe û bernameyên ji bo aboneyan hatine weşandin, beşa 4’an ji tawanbariyên li rojnamegeran tên kirin, beşa 5’an ji nirxandina delîlan û beşa 6’an jî ji encam û daxwazan pêk tê.    Di beşa 2’yemîn a îdianameyê de îfadeyên hinek şahidan ên derheqê Stêrk TV û Medya Haber TV’yê de û hinek wêneyên weşanên van TV’an hatine rêzkirin û hat îdiakirin ku “têkiliya rêxistinî” ya van TV’an heye. Her wiha bernameyên rojnamegeran ên têkildarî rojevên rojane ku di TV’yan de hatine weşandin jî weke sûc hate nirxandin.    ŞAHIDA NASKIRÎ: KUDAY   Di îdianameyê de îdiayên têkildarî TV’yên behsa xeberê tên kirin jî spartin îfadeyên Kezban Kuday ku di gelek dosyayên bi beraetê biencam bûn de weke şahid lê hatibû guhdarîkirin. Her wiha îfadeyên hinek şahidên nepen û îtîrafkaran ên derheqê TV’yan de û îfadeyên wan ên ku digotin rojnameger li şîrketên produksiyonê dixebitin jî weke bingeha tawanbariyan hate destnîşankirin.    Beşa 3’yan a îdianameyê ji agahiyên têkildarî produksiyonên Pel, Piya û Arîyê yên li ser Rojnameya Ticaretê hate veqetandin ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de bi ser de hatibû girtin û heta 32 rojan jî “lêgerîn” lê hatibû kirin. Her wiha bal kişandiye ser polîtîkaya weşanê yên TV û produksiyonan û hat îdiakirin ku ji bo amadekirina bernameyên rojane yên têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferman ji rojnamegeran re hatiye şandin. Her wiha nîqaşên têkildarî montajên bernameyên nûçe û nîqaşan û têkildarî bikaranîna kaje û logoyan, pirsên di bernameyên weke Nêrîna Jinê (Kadın Bakışı) û Dengê Kolanan (Sokağın Sesi) de hatine pirsîn, axaftinên di nava herikîna bernameyê de hatine kirin jî di vê beşê de weke sûc hatin nîşandan.    SEDEMA ‘LÊGERÎNA’ 32 ROJAN DERKET HOLÊ   Di îdianameyê de eşkere bû bê ka çima polîs di bin navê “lêgerînê” de 32 rojan li avahiya Produksiyona Arîyê bi cih bûn û nehiştin tu xebatkarên wê bikevin hundirê avahî. Gelemperiya îdianameyê ji vê beşê pêk tê û bi gotina; “Di çarçoveya lêpirsîna hejmar 2022/3879 a Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi biryara D.Kar a 2022/3415 a 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Amedê re li kargeha bi navê Produksiyona Arî Yapimê lêgerîn hatiye kirin. Tîmên Şaxa Midûriyeta sûcên sîberê di çarçoveya Xala 134’an a CMK’ê de ketine serverên înformatîk ên dûr û daneyên dijîtal ji serverên STERK TV û MEDYA HABER TV ên bûne mijara sûc û li derveyî welatin daxistine û di lêkolîna ser van daneyan e...”  re hemû dokuman weke ku yên rojnamegerên girtî û şîrketên produksyionê bin hatine nîşandan.    NÎŞEYÊN DAYÎNA PEREYAN WEKE SÛC HATIN HESIBANDIN   Nîşeyên ku di lêgerîna li şîrketên produksiyonê de hatine desteserkirin weke “dokumanên rêxistinî” hatin nîşandan. Nîşeyên têkildarî nûçeyan ên li ser kaxizên nîşeyan a “Ji bîr nekin” jî weke sûc hate hesibandin. Di kaxizên nîşaneyan ên behsa xeberê de heqdestê ji bo bernameyan ji rojnamegeran re hatiye şandin jî weke sûc hate nîşandan. Di îdianameyê de ji bo her sê şîrketên produksiyonê wiha hatiye gotin; “her çend ku di fermiyetê de weke şîrketên ji hev cuda xuya bikin û çavkaniya fînansê heman cih jî be, bi hev re tevdigerin.”    ARŞÎVÊN DÎMENAN   Ajandaya bi nivîsa VELOUR a nîşeyên nûçeyan li ser ên Şîrketa Ariyê û 3 arşîvên dîmenan ên şîrketê jî weke sûc hatin nîşandan. Di heman demê de dîmenên 7’emîn Kongreya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya DBP’ê ya Amedê, mitînga BDP’ê ya Rihayê, Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a li Amedê û konferansa Kongreya Jinên Azad (KJA) a di dîroka 31’ê gulana 2013’an de jî weke sûc hatin hesibandin. Di dîmenên behsa xeberê de dirûşmên hatine berzkirin û flamayên hatine bikaranîn weke sedema sûc hatin nîşandan. Balkêşe ku di vê beşê de ji bo lênûsa biberg a KCD’ê ev îfade hatiye bikaranîn: “Dokumana bi şêweyê lênûska kongreyê.”    Di heman demê de dîmenên çalakiyên PKK’ê yên li ser Stêrk Tv û Medya Haber TV’yê hatine weşandin jî li dosyayê hatin zêdekirin. Her wiha agahiyên têkildarî wêne û nasnameyên endamên HPG’ê jî di îdianameyê de cih girtin.    14 ROJNAME HATINE DESTESERKIRIN!   Di îdianameyê de hat diyarkirin di lêgerîna şîrketên produksiyonan de 14 heb rojnameyên Yenî Yaşamê û Xwebûnê “hatine desteserkirin.” Di îdianameyê de rojname hatine terorîzekirin û cih dane beyanên îtîrafkar Mustafa Yuruklu ku hemû beyanên wî bêbingeh û bêdelîl in.    Hat îdiakirin ku rojname wek materyalên rêxistinî bo propaganda rêxistinê tên bikaranîn.    Mînakên fatûreyên bernameyên ku Produksiyona Pelê ji bo televîzyonên li Ewropayê biriye cih digirin. Şîrket bi dozên derbarê xwediyê şirketê ku li derveyî welat dimîne û li Tirkiyeyê hatine vekirin hatiye krîmînalîzekirin. Cih dane fatûreyên ji bo 93 bernameyên cuda hatine birîn.    PIRTÛKÊN HATINE DESTESERKIRIN    Di îdianameyê de pirtûkên li şîrketên produksiyonê hatine destesrkirin jî wek tawanbariyê hatine dîtin. Pirtûkên ku li produksiyonên Arî û Piya hatine desteserkirin û jê re gotine “hatine desteserkirin” wiha ne: “Dilopên Rojê, Cudi’nin Avucumdaki Parçası (Li ser kuştina Yahya Menekşe hatiye nivîsandin), Mazlum, Kemal, Hayri’nin Söylemleriyle Ölüme Yatmak, Rojhat, Modernîteya Demokratîk, Evînê Roj Daye, Jineolojî, Ozgru Toplum (Civaka Azad), Albuma DÎHA’yê, Güneş Ülkesinde Diriliş Amara (M. Sat Üçlü), Tarihsel Toplum (Civaka Dîrokî), Kenazar, Nasıl Yaşamalı, Kan ve İnanç û Stêrkên Azadiyê.”    Hat diyarkirin ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê dikin” derbarê pirtûk û kovarên navborî biryara komkirinê heye.    Her wiha wêne û lêgerînên di komputerên hatine desteserkirin de cih digirin kirine mijara tawanê. Wêne û dîmenên ji Youtube û googleyê hatine daxistin di nava van wan dîmen û wêneyên bûne mijara sûc de cih digirin.    DELÎL TUNE LÊ TAWANBAR E!   Di beşa din a îdianameyê de cih dane îfadeyên rojnamegeran û îdiayên derbarê wan de. Derbarê rojnameger Abdurrahman Oncu de ev îdia hatiye kirin: “Di lêgerîna li şirketan de delîlek aydî gumanbar nehatiye desteserkirin, lê belê gumanbar wek kameraman xebat kiriye û ew bûye hevkarê hemû hilberînin di ajansên produksiyonan de hatine hilberandin.” Hat diyarkirin ku Oncu tev li tu daxuyanî, çalakî û şahiyê nebûye û cih dane hevdîtinên têkildarî naveroka bernameyan ku kiriye. “Endamtiya rêxistinê” ku Oncu jê tawanbar dikin jî spartine beyanên şahidê veşarî.    NÛÇE BÛNE MIJARA TAWANBARIYÊ    Rojnameger Azîz Orûç jî bernameya “Sokağın Sesi (Dengê kolanê)” çêdikir. Îdiayên derbarê Orûç de jî tenê li ser bernameyê ye. Pirsên ku derbarê mijarên aktuel de ji welatiyan kiriye wek tawanbarî hatiye dîtin. Her wiha hat îdiakirin ku bername li ser “Fermana rêxistinê” çêkiriye. Her wiha hat îdiakirin ku Orûç bi pirsên xwe “heqaret” li Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan kiriye û “propaganda rêxistinê” kiriye. Dîsa Orûç nûçe û hevpeyvînên ku têkildarî mijarên aktuel çêkirine jî bûye mijara tawanbariyê. Hevpeyvînên li gel rojnamegerên li başûrê Kurdistanê dimînin û hevpeyvîna li gel Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî kiriye xistine nav mijarên tawanê. Têkildarî Orûç hat gotin, “Di lêkolîna eşkere ya çavkaniyê gumanbar de tu hêmana tawanê nehatiye bidestxistin.”    PÊŞKÊŞVANIYA NEWROZÊ TAWANBAR KIRINE    Elîf Ungur jî bi bernameya “Medya-Kultur” ku çêkiriye hatiye tawanbarkirin. Gotin û pêşkêşvaniya Ungur a derbarê Newrozê de wek mijara tawanbariyê hatiye hesibandin.    ENDAMTIYA KOMELEYAN KIRINE TAWANBARΠ   Hat destnîşankirin ku qeyda endamtiya rojnameger Esmer Tûnç a Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Rojnamevana Dîcle Firatê, Komeleya Wêjevanên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê hatiye dîtin. Hat îdîakirin ku Tûnç kameraman e û rasterast têkiliya wê bi hemû weşanan re heye. Hevdîtinên wê yên têkildarî naveroka bernameyan ku bi hevpîşeyên xwe re kiriye, kirine mijara tawanbariyê.    Bernameyên ku rojnamevên din jî çêkirine, naveroka nûçeyan, qeydên HTS’ê, pirtûkên hatine desteserkirin, pirsên di bernameyan de pirs kirine, wêne û stranên di telefon û komputeran de cih girtine, nûçeyên di demên cuda de çêkirine, hevdîtinên têkildarî ji bo bernameyan ku bi mêvanên xwe re kirine, pêşkêşkirina destpêka bernameyan û tiştên di bernameyan de hatine axaftin, hemû kirine mijara tawanbariyê.    ŞAHIDÊN VEŞARÎ Û ÎTÎRAFKAR    Di beşa nirxandina îdianameyê de hat îdiakirin ku televîsyonên navborî “propaganda rêxistinê dikin û li gorî armancê rêxistinê tevger dikin.” Îdiayên hatine kirin spartine îfadeyên 6 şahidên veşarî û îtîrafkar jî di nav de 15 şahidan.   Hat îdiakirin ku rojnamevan li Amedê bernameyan çêdikin û dişînin derveyî welat û “bi fermanê tevger dikin.” Di beşa nirxandina îdianameyê de hatiye îdiakirina ku kargehên bi navê Arî, Pel û Piya li ser nav û fermana rêxistinê dixebitin û bernameyan çêdikin.    Di beşa dawî ya îdianameyê de jî hatiye xwestin ku rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” werin cezakirin. Her wiha hat xwestin ku “veşartina” malzemeyên teknîkî ku hatine desteserkirin û hemû lêçûyînên darazê ji rojnamevanan bê stendin.    MA / Azad Altay