Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî 2023-04-12 20:42:15   AMED- MEBYA-DER û TUAY-DER li Amedê bi xizmên windayan û girtiyan re di fitarê de hatin cem hev. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi xizmên winda û girtiyan re fitariyê de hatin cem hev. Xwarina fitarê li Eywana Dawetê ya Geterlerê ya li navçeya Rezanê ya Amedê hat dayin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlemeteriyê yê Amedê yê Partiya Çepên Kesk  Berdan Ozturk, namzetên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Sorgul Aytek Avşar, Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Serhat Eren, Mehmet Kamaç û Mehmet Emîn Aktar û TJA, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê, Dayikên Aştîyê û MED-DER tevli xwarina fitarê bûn. Peşiya xwarinê mewlûd hat xwandin û ji bo kesên di têkoşîna demokrasi û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag, malbatên hatin fitarê silav kir û got: “Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Bi mehan e li dijî kurdan di her warî de êriş tên kirin. Divê em bi têkoşîneke xurttir bersiva van êrîşan bidin." TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Rêvebera TÛHAY-DER’ê Muşehev Ulkerê jî got: “Îro li girtîgehan zext û îşkenceyeke mezin heye. Ji ber ku girtî 30 salî yên cezayên wan bi dawî bûye, poşmanbûnê qebûl nake, tehliyêkirina wan tê şewitandin. Zarokên me wê poşman nebin. Em ê li pişt têkoşîna wan bin. Zêdetirî 2 sal in malbat û parêzer nikarin bi birêz Ocalan re têkiliyê deynin. Tecrîdeke giran heye, em vê qebûl nakin.” Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk  jî got: “Bi salan e hewl didin ku gelê kurd tune bikin. Bi taybetî ev 8 sal in bi her awayî êrîş pêk hatib, lê bi ser neketin. Bi pêkanîna tecrîda li ser birêz Ocalan a di 5’ê Nîsanê de xwest gelê kurd tune bike, lê nikaribûn . Nikaribûn 4 parçeyên Kurdistanê bê statu bihêlin. Ev ji ber berxwedana we ye. Ne Tifaqa Gel û ne jî Tifaqa Komarê dê tu çare û demokrasiye neynin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin hem ji bo me hem jî ji bo wan pir girîng in. Yan em ê dawî li polîtîkaya wan a 100 salî ya bê kurdan bînin, an jî dê AKP-MHP vê faşîzmê bidomîne.”