Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê 2023-04-12 21:17:28   RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê. Bûldan anî ziman ku ew êşa malbatê ji kûrahiya dilê xwe hîs dikin û got: “Rondikên dayika Emîne li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan.“   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 751’an de berdewam dike.   Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, namzetên Partiya Çep a Kesk çûn serdana malbata Şenyarşar. Heyetê beriya fitarê daxuyaniyek da.   ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’   Li vir ewilî siyasetmedar Ahmet Turk axivî û diyar kir ku wê fatureya vê zilmê li ba gel pir mezin be û wiha got: “Me her tim li dijî vê zilmê têkoşîn da. Em li her derê mexdur bûn. Îro malbata Şenyaşar ji ber li edeletê digerin hedef tên girtin. Bavek û du kurê xwe hatin qetiklirin. Lê em ê hesabê vê bipirsin. Divê gelê Kurd di sindoqan de bersiva xwe bide.”   ‘WÊ EV DEWRAN BIGUHERE’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û got: “Ji ber ku ez îro bi dayika Emîn re me gelek şanaz im. Em ê îro bi dayika Emîne re bifitirin. Her yek ji me bi wê re ye, em bi wê re ne, di nobeta edaletê ya ku dayika me ya hêja ev demeke dirêj dest pê kiriye. Em êşa wî ji nêz ve hîs dikin, di dilê xwe de hildigirin. Dayika Emîne mixabin hevjîn û du kurên xwe di vê qetlîamê de winda kirin. Faîl û yên ev qetlîam kirin diyarin, lê mixabin hiqûq nehat bicihanîn, banga edaletê ya dayika Emîne, hawara wê ya edaletê, mixabin cihê xwe nedît. Tenê daxwazek malbatê heye; Bila sûcdar bên darizandin û cezakirin. Lê dema sûcdar bên cezakirin em ê hinek rehet bibin. Bêguman wê dewran biguhere û hikûmeta AKP’ê biçe. Di 14’ê Gulanê de wê winda bikin. Wê demê wê edelet pêk bê.”   BANG LI  GELÊ RIHAYÊ KIR   Bûldan bang li gelê Rihayê kir ku dema diçin ser sindoqan bila rondikên dayika Şenyaşar li ber çavan bigirin û got: “Ez banga hestiyariyê li gelê Rihayê dikim. Piştî hikûmeta AKP’ê biçe wê teqez edelet pêk bê.”   Piştî daxuyaniyê heyet û malbatê li xwaringeheke li kêleka edliyeyê fitirîn.