Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse 2023-04-13 09:00:48 ŞIRNEX - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ahmet Başak anî ziman ku Botan dê îsal rê nede diziya dengan û got: "Em ê di 14'ê Gulanê de hesabê xwezaya xwe, hesabê xespkirina şaredariyên xwe û em ê hesabê dengên parlementerên xwe yên hatin dizîn bipirsin."    Piştî eşkerekirina namzetan, partiyên siyasî li Tirkiye û Kurdistanê dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê ku bi biryar in îsal desthilata AKP'ê û MHP'ê bişînin, bi coşeke mezin xebatên hilbijartinê pêşwazî dikin. Yek herêma ku di van salên dawî de herî zêde êriş li ser hatine meşandin jî herêma Botanê ye. Darên wê bi destê cerdevanan hatin birîn, avên wê ji aliyê zilamên dewletê ve hatin qirêjkirin. Bi salan e li ser herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di hilbijartina 2018'an de jî AKP'ê li herêmê dek û dolabên xwe xistin dewreyê û parlementerek şandin parlementoyê. Lê belê herêma Botanê îsal ji xwe bawer e ku ji Şirnexê 4 namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne parlementoyê.   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Ahmet Başak der barê xebatên hilbijartinê û coşa herêmê de axivî.    'GELÊ BOTANÊ RÊ NADE DIZIYÊ'   Başak, diyar kir ku li Botanê di nava gel de coşeke gelek mezin heye û got ku gel bi xwe bawer e ku desthilatê bişîne û wiha axivî: "Bi salan e vê pergala qirêj li ser vê erdnigariya me ya pîroz listîkên xwe yên gelek nebaş dane meşandin. Lê belê tevî hemû êrîşên vê pergalê jî me têkoşîneke bêhempa da. Em gihiştine dawiyê. Di 14'ê Gulanê de gel dê pêşiya me fînalê bike. Em ê wan xewn û xeyalên xwe yên nîvcomayî pêk bînin. Beriya niha Cizîr, Sîlopiya, Şirnex, Nisêbîn û Sûr bi destê vê pergalê hatin hilweşandin. Gelek bîranînên me di bin wan xirbeyan de hiştin. Em ê di 14'ê Gulanê de bihişta xwedawendan li ser vê erdnîgariya xwe ya pîroz dîsa ava bikin. Em xewn û xeyalên xwe yên nîvcomayî temam û ew kabûsên ku berdane xewnên me, em ê wan tune bikin. Em ê jinûve hêviyên xwe zindî bikin. Em bi bawer in ku di vê hilbijartinê de em ê bi ser bikevin. Ew dek û dolab û dengên ku di hilbijartina 2018'an de çêkirin, me ew belge kirine. Gelê Botanê di vê hilbijartinê de dê rê nede van diziyan. Gelê Botanê ji 14'ê Gulanê re amade ye, kelecaneke mezin heye. Gel bi coşeke mezin li bendê ye ku di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide. Ew ne tenê deng didin ku parlementerên wan biçin parlementoyê, ew dengê xwe didin nasnameya xwe, çanda xwe, didin azadiya xwe. Bi vê zanebûn û hişmendiyê dê biçin ser sindoqan. Serkeftin ya me ye."   GIRÎNGIYA EWLEHIYA SINDOQAN   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Başak, bal kişand li ser ewlehiya sindoqan û anî ziman ku di hilbijartinê de tişta herî pêwîst ewlehiya sindoqan e û wiha domand: "Beriya niha bi hîleyan, bi diziyê parlementerek ji me standin. Lê armanca me ya yekemîn ew e ku di vê hilbijartinê de em li Botanê her 4 namzetên xwe jî bişînin parlementoyê. Her wiha di 14'ê Gulanê de ji bo ewlehiya sindoqan hemû hevalên me hatine peywirdarkirin. Partiya Çepên Kesk, yekemîn car e ku tevlî hilbijartinê dibe û ji ber wê jî nikare tu peywirdaran deyne ser sindoqan. Lê belê hevalên me yên muşahît hatine peywirdarkirin. Her wiha em bi partiyên din re di nava têkiliyê de ne. Hevalên me bi vê rêbazê dê li ser wan sindoqan, cihê xwe bigirin. Lê dê xwedîderketineke mezin hebe. Ji ber ku niha hewayeke wiha heye. Em biçin kîjan kolanê, taxê û navçeyê gel ji me re dibêje,'Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin û em ê nehêlin ku dengên me bidizin.' Gel ji me bêtir rêxistinkirî ye û ji me bêtir jî hesastir nêzik dibe. Hêzeke mezin di gelê Botanê de heye û di wê baweriyê de ne ku dê bi ser bikevin."   'GEL DÊ HESABÊ DARÊN KU HATINE BIRÎN BIPIRSE'    Başak, da zanîn ku gel tu caran ji rastiya xwe tawiz nedaye û got ku dê di vê hilbijartinê de bersiva helwesta nenaskirina îradeyê bide der û got: "Botan erdnîgariyeke dewlemend e ku hê nehatiye keşfkirinê. Ev pergal jî bi salan e hem ser erda wê hem jî bin erda wê talan kiriye. Bi salan e ku bi rantê xwezaya vê herêmê tune dikin. Xizîneya Botanê firotin hevalbendên xwe. Divê em heyfa wan darên ku hatine birîn bistinin, em ê heyfa her dareke ku li Cudî, Besta û Gabarê hatiye birîn di 14'ê Gulanê de bistinin. Li Tirkiyeyê yê ku muxalefetê bike gelê kurd e. Rê û rêbazê siyaseta demokratîk li gel me heye. Ji ber wê jî pergala kapîtalîst tenê ji kurdan ditirse. Çi deskeftiyeke kurdan hebe êriş dike. Ji ber wê şaredariyên me desteserkirin, îradeya gel tune hesibandin. Lê belê gel êdî hişyar bûye û bi van polîtîkayên wan dizane. Gel eşkere dibêje,'ez ê dengê xwe bidim partiya xwe, ew bi zilmê jî desterser bike ez ê dîsa bidim partiya xwe.' Ango roj bi roj hêza gelê kurd xurttir dibe. Gel bizanibe ku ji sedî sed dê desthilat qeyûm tayinî îradeya wî bike jî, dîsa dengê xwe dide partiya xwe. Di vê hilbijartinê de gel bersiva desteserkirina îradeyê jî bide wan. Em ê hesabê xwezaya xwe, hesabê xespkirina şaredariyên xwe û em ê hesabê dengên parlementerên xwe yên hatin dizîn bipirsin. Gel xwedî biryar e û li ser pêyan e û ji 14'ê Gulanê re amade ye. HDP û nûnerên wê di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de ji bo ku pêşî li girtina dek û dolabên vê pergalê bigire, bi hêzên sosyalîst, demokratîk mewziyek ava kir. Ev biryareke Kurdistanî bû. Em bi hêvî ne ku em ê Şirnexê bi rengê şîn jinûve ava bikin."