Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin 2023-04-13 09:01:51 WAN - Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş anî ziman ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bihata bidawîkirin û got, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye.    Ji 25'ê adara 2021'ê ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê ragirtin, nayên girtin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş, anî ziman ku heya niha gelek kesan, gelek sazî yan jî rêxistinên civaka sivîl fikirên xwe yên ji bo tecrîdê diyar kirine, lê belê dewlet di tecrîdê de israr dike û got ku ev yek nayê qebûlkirin.    Mehmet Karataş   POLÎTÎKAYA DEWLETÊ   Karataş diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê ji derbeya 1980'yî heya niha bi gelek binpêkirinên mafan tên bibîranîn û wiha got: "Girtîgeh bi polîtîkayeke dewletê veguherîn cihwarên li dijî rûmeta mirovahiyê."    'HEMÛ BINPÊKIRIN LI SER OCALAN HATIN PÊKANÎN'   Karataş diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hemû bi awayekî taybet li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên pêkanîn û ev tişt anî ziman: "Ev yek, li dijî hemû hukumên neteweyî û navneteweyî ne. Di destpêka qanûna înfaza ceza de wiha tê gotin, 'divê înfaz aceza ne li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê be.' Lê belê çendî qanûn ev be jî, hevdîtina malbatê û parêzeran bi awayekî kêfî tê astengkirin, weşan, kovar, pirtûk û hwd. tên astengkirin û astengkirina hevdîtina bi girtiyên din re, xwenegihandina mafê tenduristiyê, binpêkirina mafê hewadarî û çalakiyên civakî bi tena serê xwe binpêkirina mafan e û li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê ne."    'TU ALIYEKE WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE'   Karataş diyar kir ku tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û wiha domand: "Ne di hiqûq mirovahiyê de ne jî di hiqûqa cezayê de tu aliyekê van pêkanînan tune ye. Hem di qanûna înfaz aceza hem jî di rêziknameyên girêdayî vê qanûnê de, mafê hevdîtina bi parêzer re ya girtî heye. Lê belê li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din 2 sal in bênavber tecrîdek heye. Piştî ev tecrîd bi awayekî sîstematîk veguherî binpêkirina mafan, bi mantiqa 'em ê çawa ser van binpêkirinan bigirin' tevgeriyan û dest bi pêkanîna qedexeya hevdîtina bi parêzeran re kirin. Di cîhana hiqûqî de tu aliyekê van biryaran tune ye. Her wiha ev biryar ne bi raya giştî re ne jî bi parêzeran û malbat-wasî re tên parvekirin. Bi vî awayî mafê îtirazê tê binpêkirin û di heman demê de jî mafê xwegihandina dadgehê. Ev delîla herî bebriçav e ku tecrîd bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn."   Karataş destnîşan kir ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bihata bidawîkirin û got, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye.