‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir 2023-04-13 10:54:06 AMED - Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay, bi berxwedana xwe ya li dijî îşkenceyê ya li Zindana Amedê di dîroka tevgera azadiyê ya kurd de cih girt. Mehmet Îlhan ku Kurtay navê “Mele Motor” lê kiribû, di 74 saliya xwe de wefat kir.    Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Ferhat Kurtay li dijî zext û îşkenceyên bi rêveberiya Esat Oktay li Zindana Amedê dihatin kirin, agir berdan bedenên xwe û jiyana xwe ji dest dabûn. Kurtay, navê “Mele Motor” li Mehmet Îlhan kiribû. Îlhan, yek ji meleyên welatparêz bû û di 74’ê saliya xwe de li Êlihê wefat kir. Îlhan, ji ber nexweşiyên girêdayî kalbûnê wefat kir û li Êlihê hate veşartin. Malbata Îlhan, şîna xwe li Mizgefta Hazretî Mûsa danî.    Îlhan, ji ewil li navçeya Qoser a Mêrdînê dest bi karê meletiyê kiribû û li vê derê Ferhat Kurtay û tevgera siyasî ya kurd nas kir. Di wextên nimêjê de bi motorsîkletê diçû mizgeftê û ji bo karên din jî bi motorsîkletê dihat û diçû. Ji ber vê sedemê Kurtay navê “Mele Motor” li Îlhan kiribû. Îlhan, zarokên xwe jî weke kesên welatparêz mezin kir. Kurê Îlhan, Abdullah Îlhan jî mele bû û di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû. Îlhan, di êrişên li dijî Rojava de jiyana xwe ji dest da.    Kurê Îlhan ê bi navê Mele Necmettîn Îlhan jî di 2014’an di dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de derbasî Kobanê bû. Necmettîn Îlhan, di dema êrişên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.