Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng 2023-04-13 13:41:40   AMED - Parêzer Bawer Mizrak ê ku ji ezmûnên navbeynkariyê derbas bû, qeyda wî ya sicîlê ya “navbeynkariyê” bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê nehate kirin.    Parêzer Bawer Mizrak ê li Baroya Amedê qeydkirî ye kete ezmûna “navbeynkariyê” û qezenc kir. Mafê Mizrak ê navbeynkariyê bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji aliyê Wezareta Dadê ve hate redkirin. Mizrak dema xwendekar bû bi hinceta di çalakiyekê de dirûşm berzkiriye bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 10 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û ceza hatibû taloqkirin. Di biryarê de ev ceza weke hincet hate nîşandan.    ‘TU ASTENGIYÊN QANÛNÎ NÎN IN’   Mizrak, bertek nîşanî qebûlnekirina serlêdana wî ya ji ber biryareke ku ji karmendiyê re jî nebe asteng da û wiha got: “Kesekî ku derbarê wî de biryara taloqkirina ceza hatibe dayîn cezayê lê hatiye birîn çi be bila ew be ne pêkan e ku ji karmendiyê an jî ji peywîra cemaweriyê bê avêtin. Em dibînin ku bandora dema Rewşa Awarte (OHAL) berdewam dike.”