Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike 2023-04-13 14:03:25 RIHA - Şaredarê Xelfetiyê yê AKP’î qoliyên alîkariyê yên ji aliyê AFAD’ê ve hatine şandin û di pêvajoya erdhejê de nehatin belavkirin, bi dayîna starta hilbijartinê re weke yên wan bin dest bi belavkirina alîkariyê kir.   Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, Şaredarê AKP’î qoliyên alîkariyê yên di pêvajoya erdhejê de ji gel re belav nekirin bi dayîna starta hilbijartinê dest bi belavkirinê kirin. Şaredarê Xelfetiyê yê AKP’î Şeref Albayrak, qoliyên alîkariyê yên xurekan ku ji aliyê AFAD’ê ve hatine şandin û hate hînbûn ku nêzî 4 hezar heb in li gundan belav dike. Qoliyên alîkariyê ku wêneyê Albayrak û nivîsa “Evîna me Xelfetî” li ser in weke ku alîkarî ji aliyê Şaredarê AKP’î ve tên belavkirin, dest bi dayîna gel kirin.