Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike 2023-04-13 15:17:37 MELETÎ - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Meletiyê tevî namzetên parlamenteriyê mal bi mal digere û xebatên hilbijartinê dike.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin, didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê tevî namzetên parlamenteriyê yên bajar Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkuş, Sevîm Alagoz, Huseyîn Kilinç, Rozerîn Ercan û Gafar Bayram çûn serdana gundê Memûreke yê navçeya Batalgazî ya Meletiyê.    Şandeya Partiya Çepên Kesk li gund bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Şêniyan, taxên gund bi alayên Partiya Çepên Kesk xemilandibûn. Şande jî li gund mal bi mal geriya û belavok belav kir. Her wiha namzetan li pirsgirêkên gel guhdarî kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên xwe parve kirin. Şêniyên gund jî di serdanê de axivîn û gotin ku dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.