Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin 2023-04-13 15:23:51   DÎLOK - Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê êriş hate kirin.    Duh di saetên dereng ên şevê de li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê ya li Gazîkentê bi keviran êriş hate kirin. Bûroya hilbijartinê duh hatibû vekirin û nehat zanîn bê ka êriş ji hêla kê ve hatiye kirin. Hevberdevkên partiyê yên bajar dan zanîn ku dê têkildarî êrişê serlêdana sûc bikin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk piştî êrişê li pêşiya bûroyê daxuyanî dan.      EMNIYET LI KU BÛ?   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sûltan Bayindir diyar kir ku ew di demên berê de jî rastî lîstikên bi vî rengî hatine û ev tişt anî ziman: “Em ê bûroyên xwe yên hilbijartinê bi coşeke mezintir, bi girseyîtir vekin. Em ê hîn xurtir bibin, mezintir bibin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ji yekîneyên emniyetê dipirsin; hûn li ku bûn? Heta ku em ji ofîsên xwe derdikevin jî hûn zextê li me dikin. Lê dema ev êriş hatiye kirin hûn li ku bûn?”    Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca jî got ku tevî êrişê jî dê bi saya alîkariya xelkê Dîlokê li vê bûroya hilbijartinê xebatên xwe bidomînin.