Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin 2023-04-13 16:52:09   STENBOL - Malbata Suleyman Çabîr ê li Çanakkaleyê bi guleya leşkeran hat kuştin diyar kir ji ber ewlehiya wan li gund nîne ji gund bar dikin.    Malbata Cabîr 15 sal berê ji Wanê koçî gundê Civler ê Çanakkaleyê kirine. Di navbera malbata Cabîr û malbata xwecihên gund Ozenç de şer derket. Malbata Cabîr gazî leşkeran kirin. Leşkerên hatin gund gule berdan Suleyman Cabîr û wî qetil kirin. Ji heman malbatê Yucel Cabîr, Yavûz Cabîr û Omer Cabîr hatin girtin.    Hat îdiakirin ku leşkere ku Suleyman Cabîr kuştiye hatiye girtin. Hat zanîn ku ji malbata Ozenç kes nehatiye binçavkirin.    DÊ JI GUND BAR BIKIN    Ferdên malbata Cabîr diyar kirin ku ji ber heqaret û gefên malbata Ozenç ewlehiya canê wan li gund nemaye û ji ber vê yekê biryar dane ku ji gund bar bikin.