Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin 2023-04-14 08:57:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku di êrişên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ku salek li pey xwe hiştin de 3 hezar û 730 caran bombeyên qedexekirî û çekên kimyewî hatine bikaranîn.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî pêvajoya şer a salekê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya di ANF’ê de cih girt de agahiyên têkildarî tiştên di navbera 14’ê nîsana 2022 û 14’ê nîsana 2023’yan qewimîn cih girt. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku leşker û cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê ji qadan vekişiyan e û hate diyarkirin ku 259 endamên HPG’ê û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku 2 hezar û 833 leşker û cerdevanan jiyana xwe ji dest dane û 387 jî jê birîndar bûne.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herêm bi tank, obus, hewan û çekên giran bi deh hezar caran hate bombekirin û 4 hezar 233 caran bi balafirên şer û 5 hezar û 628 caran jî bi helîkopteran hatiye bombekirin. Dîsa hate daxuyandin ku 3 hezar û 730 caran jî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êriş hatiye kirin.