Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye 2023-04-14 10:09:22   HATAY - Girtiyê bi navê Cebraîl Ancar piştî daxwaza wî ya sewqkirinê hate redkirin, îtîraz kiribû lê dadgehê ev îtîraz jî red kir. Parêzer Mehtap Sert got ku biryara dadgehê derhiqûqî ye.    Girtiyê bi navê Cebraîl Ancar li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin û di 27’ê îlona 2021’an de xwest ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bê sewqkirin. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê bi hinceta “Girtîgeh tije ye”, ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê Ancar bi rêya parêzera xwe Mehtap Sert biryar da rakirin û ji bo were sewqkirin, di heman salê de serî li 17’emîn Dadgeha Cezayên Îdarî ya Eqnereyê da. Parêzer Sert di serlêdana xwe de da zanîn ku kirariya hejmar 95813 a bi dîroka 27’ê îlona 2021’an a Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan derhiqûqî ye, malbata miwekîlê wê li Amedê dijî û ji ber ku girtîgeha dûrî malbata wî ye nikare peywendiyan dayne. Wezareta Dadê jî parastin kir û îdia kir ku kirarî “Li gorî hiqûqê ye.” Dadgehê jî di 28’ê îlona 2022’yan de ji bo biryara rêveberiya girtîgehê got “li gorî hiqûqê ye” û bi hinceta “Dê pergala cemaweriyê xera bike”, serlêdan red kir.    DADGEHÊ ÎTÎRAZ JÎ RED KIR   Îcar jî parêzer Sert li dijî biryara redkirinê, serî li 10’emîn Daîreya Dozên Îdarî ya Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Enqereyê da. Dadgehê, îdia kir ku biryara redkirinê ya 17’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê “li gorî usûl û hiqûqê ye” û serlêdan red kir.    ‘HINCETA REDKIRINÊ DERHIQÛQÎ YE’   Parêzer Mehtap Sert bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Di dema erdhejên Mereşê de Ancar li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat ragirtin. Di 24’ê sibatê de bêyî ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate sewqkirin. Bi sala ye li dijî girtiyên siyasî hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye û tên tecrîdkirin. Ev dijminatî di dema karesatê de jî dom kir û ev rewş nayê qebûlkirin. Malbata miwekîlê min li Amedê dijî û dayika wî kal e. Hinceta redkirina sewqkirinê ya wezaretê ne li gorî hiqûqê ye. Di heman pêvajoyê de li heman girtîgehê gelek sewq hatine kirin. Dadgeha îdarî serlêdana me teqez red kir. Em ê pêvajoyên hiqûqî karîger bikin û vê tecrîdê têk bibin.”