Biryarên îstîmlaqkirina lezgîn ên ji bo Hatayê di Rojnameya Fermî de ne 2023-04-14 11:10:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Îskenderûn, Antakya û Defne yên Hatayê ji bo çêkirina nexweşxaneyên nû biryarên derbarê îstîmlaqkirina lezgîn a hin malên neguhêzbar de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.    Li navçeyên Îskenderûn, Hatay û Defne yên Hatayê ku di erdhejên navenda wan Mereşê de hilweşîneke mezin lê rû dan, biryar hate dayîn ku ji bo çêkirina nexweşxaneyên nû hin malên neguhêzbar bi lez bên îstîmlaqkirin.    Li gorî biryarên Serokkomariyê yên di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, hin malên li nava sînorên Taxa Cebike ya Îskenderûnê û Taxa Bostancik a Defneyê, wê ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve ji bo çêkirina nexweşxaneyeke nû ya dewletê bi lez bê îstîmlaqkirin.    Li taxa Gulderen a navçeya Antakyayê jî hin malên neguhêzbar wê ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji bo çêkirina nexweşxaneya nû ya bajêr bi lezgînî bê îstîmlaqkirin.