Rojnamevan Dîlan Akyol hate binçavkirin 2023-04-14 11:15:29   ANTALYA - Rojnamevan Dîlan Akyol, dema ji mala derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.    Nûçegihana me Dîlan Akyol dema ji mala xwe ya li Taxa Bûrhanettîn Onat a girêdayî navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê derdiket hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Akyol a sedemê binçavkirina wê nehate zanîn birine Miduriyeta Polîsan a Antalyayê.