Li qûntara Çiyayê Cûdî 205 pez mirin 2023-04-14 11:21:48   ŞIRNEX - Di lehiya li qûntara Çiyayê Cûdî rabû de 205 pez mirin.    Barîna barana zêde ya du roj in bandoreke zêde li Şirnexê dike, zerar da sewalan. Li qûntara Çiyayê Cûdî ya ku koçer lê bi cih bûne, 205 pezên li ber lehiyê ketin mirin. Miduriyeta Daristan û Çandiniyê ya Bajêr, tîmên cenderme û AFAD’ê piştî karesata pêk hatî çûn herêmê û tespîta xesarê kirin.