Kesê ku gef li Nahît Eren xwaribû derket holê ku midûrê şirketekî ye 2023-04-14 13:32:35 AMED - F.H. ê li ser medya dîjîtal gef li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî xwaribû, hat zanîn ku ew li şîrketekî wek midûrê dabînkirna karmendan dixebite û di îfadeya xwe de xwe bi gotina “min araq vexwaribû” parast.    F.H. û lawê xwe A.B.H. li ser hesabên bi navê "@katipdemir1864", "@kontemristo" ve "@arifdogan1923" agahiyên şexsî yên derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî de parve kiribûn û gefa kuştinê li wan xwaribûn, li Enqereyê hatin binçavkirin. F.H. bi şertê kontrola edlî hat berdan û A.B.H. jî bi piştî îfade da hat berdan.    Hat zanîn ku F.H. ê ku gefa kuştinê li Eren û malbata wî xwaribû û agahiyên wan belav kiribû, di şîrketekê de wek midûrê dabînkirina karmendan dixebite. Piştî ku rêveberiya Twitterê bi sedema “xetereya kuştinê” navnîşana IP bi emniyet  û dozgeriyê re parve kir, F.H. û lawê xwe li mala xwe ya li Enqereyê hatin binçavkirin.    HINCET DÎSA WEK HER CARÊ YE: MIN ARAQ VEXWARIBÛ    F.H. di îfadeya xwe ya binçavan de li xwe mikûr hat û qebûl kir ku @katipdemir1864, @kontemristo ve @arifdogan1923 hesabên Twitterê aydî wî ne. F.H. gefa kuştina li dijî Eren û malbata wî û belavkirina agahiyên wan şexsî jî qebûl kir û îdia kir ku “dema min ev agahî belav kirin, min araq vexwaribû” û bi van gotinan parastina xwe kir. Her wiha F.H. ê yê ku “gefa kuştinê” xwedîgiravî di bin “parastina welatperweriyê” de kiriye û tevî van gefan jî îdia dike ku wî sûc nekiriye.