Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê serdana esnafan kir 2023-04-14 13:33:27 MELETÎ - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi namzetên xwe yên parlamenteriyê yên Meletiyê serdana esnafan kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên kirin, didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê tevî namzetên xwe yên parlamenteriyê yên bajar Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkuş, Sevîm Alagoz, Huseyîn Kilinç, Rozerîn Ercan û Gafar Bayram li navçeya Battalgazî serdana esnafan kirin.    Şandeya ku li navçeyê bi esnafan re hate bahev, pirsgirêkên wan guhdar kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên wan girtin. Her wiha girseyê li navçeyê belavok belavkirin û bi welatiyên Meletiyê yên navçeyê re li ser pirsgirêkên bajêr axivîn. Şandê dikan bi dikan geriya û li tax û kolanan belavok belavkirin. Her wiha şande ji aliyê gel ve jî bi germahî hat pêşwazîkirin.