Li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan hate astengkirin 2023-04-14 15:01:55   ERZIROM - Hate hînbûn ku li girtîgehên li Erzirom û Wanê berdana 8 girtiyan li gorî raporên ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê tên dayîn, bi mehane tê taloqkirin.    Li girtîgehan di çarçoveya raporên ku ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve tên amadekirin de berdana girtiyan tê astengkirin. Hate hînbûn ku li Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Hejmara 1 û 2 ên Dûmlû yên Erziromê 5, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê 2, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyek tevî ku cezayê li wan hatiye birîn qediyaye jî nayên berdan.    BERDAN ASTENGKIRIN    Hate diyarkirin ku berdana Sabrî Yakût ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlûyê tê ragirtin salekê; girtiyê bi navê Dogûkan û Hakan Zerturk 6 mehan û ya Bîlal Balkêş jî 3 mehan hatiye dirêjkirin. Hate zanîn ku berdana girtî Fadil Aydemîr ê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Dûmlûyê tê ragirtin jî salekê hatiye dirêjkirin. Hate hînbûn ku înfaza Aydemîr û Yakût bi hinceta “Qaneh nebûne ku ji rêxistinê veqetiyane” hatine şewitandin.    Hate hînbûn ku înfaza Şemsettîn Tekîn ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê tê ragirtin salekê; ya Sevgî Îlboga jî salek û nîv hatiye dirêjkirin.    Dîsa hate zanîn ku înfaza girtî Mehmet Çengel ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin jî 6 mehan hatiye taloqkirin.