KNK'ê û YNK'ê qurbaniyên qirkirina Enfalê bibîr anîn 2023-04-14 16:03:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi sed hezaran mirovên di komkujiya ku rejîma dîktator Seddam Huseyîn di bin navê “Enfalê” de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. Serokê YNK'ê Bafil Talabanî jî qurbanî bi bîr anî.    Di navbera sibat û îlona 1988’an de di operasyonên qirkirinê yên bi navê “Enfal”ê de li dijî kurdan pêk hatin, nêzî 200 hezar kes hatin qetilkirin. Di qirkirinên ku gelek qonaxan hat kirin de, bombebarana Helebçeyê ya bi çekên kîmyewî ya di 16’ê Adara 1988’an de cihekî kûr di bîrê mirovahiyê de digire. Qurbaniyên Enfalê îro tên bibîranîn.    KNK'ê bi wesîleya bîranîna qurbaniyên Enfalê daxuyaniyek nivîskî belav kir.   Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:    “Di dîrokê de gelê kurd rûbirûyî gelek sûcên navnetewî ên weke jenosîd û qirkirinê hatine. Dagirkerên Kurdistanê ji bo tinekirina gelê kurd bi hemû cureyaan hêza xwe bi kar anîne. Lê dawiya hemû dîktatoran hat û gelê me zindî maye. Di nava 100 salên borî de, li hemû beşên Kurdistanê planên dijî mirovahiyê dijî gelê Kurdistanê pêk hatin. Civaka navnetewî jî di nav vê sedsalê de ji bo çareseriyek guncav ya ji bo pirsa rewa ya Kurd nebû alîkar. Di heman demê de bi saya Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan Peymana Qedexekirina Sûcên Jenosîdê, gelê me rastî enfal û kîmyabaranê hat!   Li Başûrê Kurdistanê 35 sal bi ser komkujiya Enfalê ya bi destê Rejîma Baasê pêk hatî re derbas bûn. Armanca Rejîma Baasê qirkirina hemû xelkê Kurdistanê ya bi hemû pêkhateyên xwe ve bû. Lê plana dagirkeran pûç bû. Piştî 35 salan Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê nekarîne pêşwaziya daxwaza jiyana xizmên qurbaniyên enfalê û herêmê bike. Bi ti awayî tezmînata xizmên qurbaniyan nehatiye dayîn.  Li ser asta navnetewî jî nekarîne jenosîda Kurdistanê bikin dosyayek cîhanî û bi cîhanê bidin nasîn.   Hîn jî gorên enfaliyan nehetine vekirin, xizmên wan li benda hestiyên qurbaniyan in. Divê sûcê Enfalê bikeve bernameyên perwerdehiyê.   Em bang li hemû aliyên berprisyar dikin, ji bo mijara enfalê stratejiyek nîştimanî danin. Xizmên Enfaliyan ji vê xemsariya hikumet û parlamentoyê ne razî ne. Divê hemû berpirsên Iraq û herêmê hêrsa xelkê cidî bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bixebitin.   Di 35’emîn salvegera enfalê de em bejna xwe li ber hemû qurbaniyan ditewînin û silavê xwe ji malbatên qurbaniyên Enfalê re dişînin."   TALABANÎ QURBANIYAN BI BÎR ANΠ    Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî bi minasebeta bîranîna qurbaniyên Enfalê peyamek belav kir.    Peyama Talabanî wiha ye:   “Enfal di dilê me de birînek mezin û ruhê me de jî êşek bê dawiye. Enfal dersek dîrokî ye û divê em ji bîr nekin. Ji bo komkujiyên mîna enfalê carek dubare nebin, divê em yekîtiya xwe pêşbixin û dersek dîrokî jê derbixin. Li Kurdistanê hebûna hêz, partî û rengên cûda asayiye, lê divê em weke Kurd ji bîr nekin, qedera me yeke. Ji bo vê jî divê parastina Kurdistan û bextewariya gel di ser hertiştî re be.   Hikumeta Herêma Kurdistanê li beramberî malbatên kesên wan di Enfal û komkujiyê de xizmên xwe wendakirine, xemsar tevdigere.”