Li Amed, Dêrsim û Hatayê xebatên hilbijartinê: 15’ê Gulanê wê kurd hilatina rojê pêşwazî bikin 2023-04-14 16:28:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk xebatên xwe dewam dikin û li Dêrsimê büro hilbijartinê vekirin, li Hatayê serdana mexdûrên erdhejê kirin û li navçeyên Pîran û Hênê yên Amedê jî hevdîtinên gel pêk anîn.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk lez dane xebatên xwe yên hilbijartinê.   Partiya Çepên Kesk li Dêrsimê bi beşdariya namzeta xwe Ayten Kondû û beşdariya gelek kesan buroya hilbijartinê vekir.    Rêveberê EMEP’ê yê Dêrsimê Mustafa Taşkale û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê Nûrşat Yeşîl axivîn û destnîşan kirin ku ew ê di 15’ê Gulanê de bi serkeftinek mezin şiyar bibin.    Namzeta Dêrsimê Ayten Kondû jî anî ziman ku ew di têkoşîna xwe de bi biryar in û ew ê bi hev re bi ser bikevin.    Piştî axaftina buro hat vekirin û govend gerandin.    HATAY    Partiya Çepên Kesk a Hatayê jî li bajêr xebatên xwe hilbijartinê didomîne. Rêveberên partiyê li taxa Harbiye ya navçeya Defneyê serdana gel kir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Hatayê û rêveberên HDP, DBP, ESP, SYKP û SODAP’ê tev li serdanê bûn.    Şande piştî taxa Harbiye jî serdana taxa Karyer kir. Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê Kerem Nalbant axivî û destnîşan kir ku 14’ê Gulanê roja hesabxwestinê ye.    AMED   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê jî li gel rêveberên HDP’ê û partiya xwe serdana navçeyên Pîranê û Hênê yên Amedê kirin û bi gel re hatin cem hev. Şandeyê li Hênê serdana dikandaran kir û li rewşa wan pirsîn.    Şande piştre derbasî navçeya Pîranê bû. Xelkê bi coş û peroşek zêde pêşwaziya şandeyê kir. Şande li navçeyê tev li vekirina buroya hilbijartinê bû.    ‘EM Ê DI 15’Ê GULANÊ DE ROJÊ SILAV BIKIN’    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy di vekirina buroyê de axivî û destnîşan kir ku roja hilbijartinê roja hesabxwestinê ye û got: “Em ê di 15’ê Gulanê de em ê xweşikiya rojê pêşwazî û silav bikin û govenda azadiyê bigerînin.”    Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî da zanîn ku ev pergal tevî hemû êrişan jî nikare serê gelê kurd bitewîne û got: “Ev hilbijartin ji bo kurdan gelek girîng e. Qeyûman tayînî ser îradeya me dikin û siyasetmedarên me digirin. Gelê kurd, nasname, çanda xwe di bin tecrîdê de ne. 15’ê Gulanê ji bo kurdan wê bibe rojek nû.”    Piştî axaftinan dayikên aştiyê û namzetan li gel hev buroyê vekir. Vekirina buroyê bi govend û şahiyê bi dawî bû.