Rojnamevan Dîlan Akyol hate berdan 2023-04-14 16:40:23 ANTALYA - Rojnamevan Dîlan Akyol a bi hinceta nûçeyên çêkirine hate binçavkirin ji aliyê dozgeriyê ve hate berdan.     Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dîlan Akyol dema ji mala xwe ya li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Akyol a di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê daye dest pê kirin hate binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Nûçeyên ku Akyol têkildarî endama Hêzên Azadiya Yekgirtî (BOG) Eylem Ataş a dema di sala 2016’an de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û endama YJA-STAR’ê Gurbet Oran (Zinarîn Cûdî) çêkirine weke hincet hatin nîşandan û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya Akyol hate wergirtin.    Ji rojnamevan Akyol nûçeyên têkildarî Ataş û Oran çêkirine hatin pirsîn û bi “propagandaya rêxistinê” hate sûcdarkirin. Akyol, sûcdarî qebûl nekirin.    Akyol, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Antalyayê hate kirin. Dozgeriyê Akyol berda.