Karwana Partiya Çepên Kesk veguherî şahiyê 2023-04-14 18:59:56       MÊRDÎN -  Baskê hilbijartinê yê Botanê yê Partiya Çepên Kesk, li Nisêbînê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Karwana partiyê veguherî şahiyê.    Partiya Çepên Kesk, baskê hilbijartinê yê Botanê li Nisêbînê da destpêkirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û namzetên Mêrdînê yên Partiya Çepên Kesk jî di nav de şande li devera Uçyolê ya Nisêbînê ji aliyê endamên partiyên ve hat pêşwazîkirin. Şande bi karwanî ji vir ber bi navenda navçeyê ve bi rê ket.    Gava Karwan gihîşt nava navçeyê, gelek welatî, wê bi tilîlî û nîşana serketinê pêşwazî kirin. Dikandar ji dikanên xwe derketin û li ser peyarêyan şandeyê silav kirin. Her wiha dem bi dem pêşiya otobusa hilbijartinê jî hat birîn. Heya nava navçeyê zarok li pêşiya otobusê meşiyan.    Şande piştî karwana ku veguherî şahiyê, ji otubusê daket û serdana esnafan kir. Gava şande ji otobusê peya bû, xwe di nava girseyeke mezin de dît.    Şande paşê çû Taxa Devrîmê û li vir serdana buroya hilbijartinê kir. Şande ji vir berê xwe da navçeya Qoserê. Şande dê li Qoserê buroya hilbijartinê veke.