Ji Marmarayê bang kirin: Em ê bi wan bidin windakirin, mifteya demokrasiyê em in 2023-04-14 19:32:11   STENBOL - Partiya Çepên Kesk gera xwe ya hilbijartinê ya li Marmarayê li Tekirdagê da destpêkirin. Namzetên parlementeriyê ku di vekirina buroyê de axivîn diyar kirin ku dê di 15'ê Gulanê de dîrokeke nû binivîsin û gotin: "Em ê bi wan bidin windakirin. Bes em mil bidin milê hev du. Li vî welatî tekane mifteya demokrasiyê em in."    Partiya Çepên Kesk, gera hilbijartinê ya Marmarayê li Tekirdagê da destpêkirin. Namzetên parlementeriyê Cengîz Çîçek û Mûazzez Orhan ku ji bo gera hilbijartinê hatin Tekirdagê, li têketina xeraca navçeya Çorlûyê ji aliyê bi dehan wesayîtan ve hatin pêşwazîkirin. Şande ji vir bi karwaneke ji gelek wesayîtan pêkhatî bi rê ket û çû Taxa Kizilpinar a navçeya Çerkezkoyê. Di rê de gelek welatiyan bi nîşana serketin heyetê silav kirin. Gava 500 metre ji buruya hilbijartinê re ma, welatî ji wesayitên xwe daketin û ji bir heya buroya hilbijartinê meşiyan. Gel li vir tevlî şandeyê bû û bi tillî û çepikan daxilî meşê bû.    Şande gel vexwand vekirina buroyê û piştî vê her çû girse zurttir bû. Di meşê de tim dirûşmeyên "HDP, gel e, gel li vir e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Şandeyê beriya vekirina buroyê xîtabî gel kir.    'JI HÊZA GEL DITIRSIN'   Namzetê Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek ewilî axivî. Çîçek îşaret bi doza kûmpasê ya "Doza KObanê" kir û got ku ew cara ewil bi van dozan re rû bi rû nemane. Çîçek destnîşan kir ku di serî de gelê kurd û bi giştî jî têkoşîna tevhiya bindestên Tirkiyeyê tim bi van kûmpasan re rû bi rû maye û got: "Lê me tim ji wan re got, 'Kûmpasên we ji bo me bêhûde ne.' Ji lew re em tevgera gel in. Vî gelî duh ev kûmpas pûç kirin, ê îro jî û sibê jî pûç bike. Em careke din bibîra wan dixin. Gel dê her tim kemînên we pûç bike. Çima van kemînan datînin pêşiya me? Ji lew re ji hêza gel ditirsin."    Çîçek di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku ew soz didin ku dê rejîma yekzilamî bê hilweşandin û tekane çareserî Partiya Çepên Kesk e.    MIFTEYA DEMOKRASIYÊ   Paşê Namzeta Tekirdagê ya Partiya Çepên Kesk Mûazzez Orhan axivî. Orhanê jî bilêv kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê.    Orhanê destnîşan kir ku gelên Tirkiye û Kurdistanê bi salan e bi zext û zoriyan re rû bi rû ne û îşaret bi qelebalixiyê kir û got: "Em dipirsin, kî dikare pêşî li ber vîna we bigire? Ev desthilat, ma dikare pêşî li ber fikra HDP'ê bigire? Ev gel dê her tim xwedî li vîna xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe û axa xwe xwedî derkeve. Berê jî xwedî lê derket, çok neşikand û serî netewand û dê niha jî netewîne."    Orhanê di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku ew ê vê seltenata desthilata heyî birûxînin, ji lew re mifteya demokrasiyê di dest wan de ye û got: "Em ê bi wan bidin windakirin. Bes em mil bidin milê hev du. Li vî welatî tekane mifteya demokrasiyê em in."    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Navçeyê li Taxa Mecîdiyekoyê stand vekir û li vir belavok belav kirin. Di vekirina standê de girs eli ber stranên tirkî û kurdî govend gerand.    Hin welatiyên ku serdana standê kirin jî diyar kirin ku ew ê di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.