Li Erxenî û Gêlê li ber def û zirneyê vekirina buroya hilbijartinê 2023-04-14 19:53:22   AMED- Partiya Çepên Kesk, li Erxenî û Gêlê buroyên hilbijartinê vekirin. Di dema vekirina buroyan de li ber def û zirneyê govend hat gerandin.    Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Amedê Erxenî Gêlê buroyên hilbijartinê vekirin. Namzeên bajêr Ceylan Akça, Adalet Kaya, Sevîlay Çelenk, Mehmet Emîn Aktar û Cengîz Çandar û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan jî di nav de şande ewilî li navçeya Gêlê buroya hilbijartinê vekir.    Namzeta Parlementeriyê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça di dema vekirina buroya hilbijartinê ya Gêlê de axivî. Akçayê destnîşan kir ku ew jin dê derî bi derî bigerin û biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin û got: "Jin jiyan e, dîsa em, dîsa em."    Piştî vekirina buroyê girse dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" berz kir.   Şande paşê çû navçeya Erxeniyê. Şande li Erxeniyê bi def û zirne û bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. Karwana bi şandeyê re hevrêtî kir heya Taxa Yenîşehîrê hat. Dema karwan di rê de bû jin, dikandar, zarok û ciwanan ew bi çepik, tilîlî û nîşana serketinê silav kir. Girseya ku li ber buroya hilbijartinê karwanê pêşwazî kir, dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" berz kir.    Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan ku di vekirina buroya hilbijartinê ya Erxeniyê de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd li çar aliyên Kurdistanê belav bûye. Ev tecrîd bûye bela serê civakê. Lewma divê gava ewil şikandina tecrîdê be. Siyaseta demokratîk dê vê tecrîdê bişikîne. Em ê di vê hilbijartinê de keleha zilmê ya AKP-MHP'ê birûxînin."    Piştî vekirina buroyê şande tevî girseyê heya Taxa Bagurê meşiya. Di meşê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Çalakî bi govendgerandinê bi dawî bû.