Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin 2023-04-14 21:30:08   ŞIRNEX- Li navenda Şirnexê û 5 navçeyên wê bi giştî 14 herêm heya 15 rojan hatin qedexekirin.    Walîtiya Şirnexê daxuyand ku li navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizrî, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê 14 herêm hatine qedexekirin. Li gor daxuyaniya walîtiyê qedexe dê di 16'ê Nîsana 2023'yan de dest pê bike û heya 15 rojan bidome.   Herêmên ku wekî "Herêma Ewlehiya Taybet a Demoborî" hatine îlankirin di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de hatine diyarkirin.