Doza Kobanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin 2023-04-14 21:59:49   ENQERE - Danişîna bê ya Doza Kabanê taloqî 3'yê Tîrmehê hat kirin.    Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 3’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.    Di periyoda 3’yemîn a dozê de daxwazên siyasetmedar û parêzeran hatin redkirin û hêj parastina siyasetmedaran nehatibû girtin ku mutalaa hat xwendin. Girtiyên siyasî, parêzerên wan û beşdaran jî bi çepikan ev biryar protesto kirin û ji eywanê derketin.    Heyeta dadgehê piştî navberê, biryara xwe li hêwana vala xwend. Heyetê ji bo beyanên der barê esasê de bên wergirtin danişînê taloqî 3'yê Tîrmehê kir.