Yucekaya: Armanca me li Meletiyê 3 parlamenter in 2023-04-15 09:03:46   MELETÎ - Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Meletiyê Perîhan Yucekaya anî ziman ku ji bo li Meclisê pirsgirêkên gelê Meletiyê bîne ziman û rojevê bûye namzet û got: “Gelê Meletiyê ji ber erdhejê li dijî desthilata AKP’ê bi bertek e. Ji ber vê yekê armanc û daxwaza me li Meletiyê bijartina 3 parlameteran e."   Partiya Çepên Kesk bi siyaseta Rêya 3’yemîn hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Coş û enerjiya xebatên hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk xwe li Meletiyê jî nîşan dide. Li Meletiyê 6 namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hene. Bi rêzê, Perîhan Yucekaya, Yûsûf Bozkuş, Sevîm Alagoz, Huseyîn Kilinç, Rozerîn Ercan û Gafar Bayram in. Namzet li navçe û gundên Meletiyê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin.    Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Yucekaya ku di rêza 1’emîn de cih digire, ji ajansa me re axivî û da zanîn ku armanca wan li Meletiyê ew e 3 parlamenteran bijêrin û heke biçin Meclisê dê hesap ji desthilata AKP bipirsin.    'GELÊ MELETIYÊ BI BERTEK E'   Yucekaya bal kişand ser tesîra erdhejê ya li bajarê Meletiyê kiriye û got: “Çend rojên ewil dewlet nehat Meletiyê. Gelê Meletiyê jî ji ber xemasariya dewletê bi bertek e. 20 sal in Meletî di bin rêveberiya desthilata AKP’ê de ye. Lê di erdhejê de gel jî dît ku desthilata AKP alîkariya wan nekiriye û li dijî vê yekê gel bi bertek e.”    'CIHÊN ÇANDINIYÊ JI ÎMARÊ RE VEKIRIN'   Yucekaya di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku yek ji sedema kereseta erdhejê destûrdayîna îmarê ya cihên çandiniyê ye û wiha pêde çû: "Taxa Bostanbaşi ya navçeya Yeşilyurtê berê cihê çandiniye û baxçeyê fêkiyan bû lê ew der di dema rêveberiya vê desthilatê de ji îmarê re hat vekirin û li wir TOKÎ hatin çêkirin. Li ser avahiyên li ser qatan malên TOKÎ’yê li wir hatin çêkirin. Ji bo rantê ev der ji gelek kesan re bû goristan. Ji roja destpêke ve em diçin konbajaran û serdana gel dikin. Maxdurên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyanê ji me re dibêjin bi krediyan me ji Bostanbaşiyê xanî kirine lê xaniyên wan an hilweşiyan e an jî xesareke mezin dîtine. Lê tevî vê jî ew dê pereyên van krediyan bidin. Gel jî ber vê rewşê mexdûr bûye. Sedema vê yekê jî şeredarî û desthilata AKP’ê ye."   'CIVAK GUHERÎ YE’    Yucekaya anî ziman ku çend serdem in Meletî keleha AKP’ê ye lê piştî erdhejê ew rewş di civakê de guherî ye û wiha axivî: "Ji roja ewil a erdhejê ve em li cem gelê xwe ne û birînên hevdu derman dikin. Meletî wêran bûye. Gel jî dît ku sedema vê yekê kî ne. Maxdûrên erdhejê yên ku di şeredariyê de dixebitîn ji me re dibêjin, 'em şeredarê bajêr nabînin, nizanin li ku ye'. Gel dibêjê 'me karesatek mezin hat serê me lê partiya ku me deng didanê ne li cem me bû. Em bi rojan li derva man, me li ber agir xwe germ kir û berf heland û vexwar’. Gelê Meletiyê bi bertek e dema em li nav gel digerin jî vê yekê dibînin."   'EM Ê JI ÎKTIDARÊ HESAB BIXWAZIN’    Yucekaya diyar kir ku heke ew biçin Meclisê wê pirsgirêkên gelê Meletiyê bînin ziman û rojevê û wiha got: "Heke ez weke welatiyeka Meletiyê biçim Meclisê ji bo ez bikaribim pirgirêkên gel çareser bikim çi ji destê min were ez ê bikim. Em ji bo li hesabê mexdûriyeta gel a erdhejê bipirsin, em ê li Meclisê bin. Her wiha ji bilî erdhejê jî pirgirêkên gelê Meletiyê yê çandiniyê jî hene. Bajarê Meletiyê pêdiviya dinyayê ya mişmişan ji sedî 70'ê dabîn dike. Lê ji ber bihabûna mazotê gel nikare çandiniyê bike. Ji ber ku kooparatîfên mişmişan tune ne, cotkar jî nikarinê heqê ked û karên xwe bigrin. Ji ber wê gel di rewşeke xirab de ye. Cotkar tên mexdûrkirin. Heke em biçin Meclisê em ê van pirsgirêkan bînin rojevê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Meletiyê bixebitin."    'ARMANCA ME 3 PARLAMENTER IN'   Yucekaya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca wan li Meletiyê bijartina 3 parlamenteran e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Meletiyê armanca me 3 parlamenter in. Em ji gelê Meletiyê bi bawer in. Lewma em ê di vê hilbijartinê de li Meletiyê parlamenteriyê bi dest bixin. Gel jî dît tevî ku hemû şeredariyên me qeyûm tayînî ser wan kirin jî di erdhejê de em li cem gelê xwe bûn û birînên wan me derman kirin. Gel jî ev yek dît ji ber wê armanc û daxwaza me bijartina 3 parlamenteran e. Dema em diçin cem gel, gel ji me re dibêje, 'Heta niha me HDP nedizanî lê ya ku dirust bû û li cem gel bû HDP ye. Ji ber vê jî em ê deng bidin HDP’. Êdî gel jî rastiyan dît û ji ber vê em bi bawer in."   MA / Mahmût Altintaş