Derbarê rojnamevan Kanbal de lepirsîn hate destpêkirin 2023-04-15 11:06:38   MÊRDÎN - Derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal de ji ber nûçeyên têkildarî Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan ku weke endamê PKK’ê hate kuştin û xwarziyê wî endamê HPG’ê Mûsa Kahraman çêkirine lêpirsîn hate destpêkirin.     Li gundê Cinata yê li herêma Omeriya Mêrdînê di 8’ê nîsanê de Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan bi îdiya PKK’î ye ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin. Derbarê nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal de ji ber têkildarî Gorgun nûçe çêkirine û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kiriye lêpirsîn hate dest pê kirin. Kanbal di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve bi îdiaya “Agahiyên xelet belavî rayagiştî kirine” hatiye destpêkirin de duh ji bo îfadeyê gazî Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê hate kirin. Ji Kanbal ê bi parêzerê xwe re çû îfadeyê nûçeyên ku çêkirine hatin pirsîn.    Di pirsên Kanban hatin pirsîn de hate îdiakirin ku Gorgun û Kahraman endamên PKK’ê ne û ji Kanbal hate xwestin ku tiştên derbarê nûçeya weşandî de dizane vebêje. Kanbal, anî ziman ku nûçeya hatiye weşandin rast e û Lokman Gorgun ê hatiye kuştin bavê 8 zarokan e, 53 salî ye û gundiyekî ku debara xwe bi sewalkariyê dike ye. Kanbal bi lêv kir ku derveyî îdiaya Wezîrê Karên Hundir Soylû, Gorgun sivîl e û têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yê mirovekî sivîl de nûçe çêkiriye.    DERBARÊ BÛYERÊ DE     Li gundê Cinata yê li herêma Omeriya Mêrdînê di 8’ê nîsanê de endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok)  û xalê wî Lokman Gorgun ê bavê 8 zarokan hatibûn kuştin. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kiribû ku her du kes di encama “operasyonê” de hatine kuştin û ev daxuyanî dabû: “2 terorîst, bi operasona POH û îstîhbarata emniyete li Omerya Mêrdînê kuştî hatine destesererkirin.” Lê belê xelkê herêmê û malbatên herdu kesan dibêjin ku her du jî hatine înfazkirin.