‘Divê hikûmet li herêma erdhejê bi sendîkayan re bi hevparî bixebite’ 2023-04-15 13:35:34 HATAY - Şandeya Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê serdana Hatayê kir û têkildarî herêma erdhejê çavdêriyên xwe parve kir û got: “Divê hikûmet wek tevahî cîhanê li gel sendîkayan xebatan bike.”    Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê (ETUC) Esther Lynch, Cigirê Sekreterê Giştî yê ETUC Patrick Itschert, Sekreterê Herêmî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navneteweyî (ITUC) ji bo Ewropayê Anton Leppik, Rêvebera Koordînasyona Asya Pasîfîkê ya ITUC Toshitaka Hayashi, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan û gelek endamên sendîkayê jî di nav de serdana Hatayê kirin û çavdêriya xwe ya hilbijartinê bi daxuyaniyekî çapemeniyê vegotin.    ‘DIVÊ XEBATEK LI GORÎ RÛMETA MIROVAN BÊ KIRIN’    Sekretera Giştî ya ETUC’ê Esther Lynch li vir axivî û diyar kir ku wan peyama piştevaniya 44 milyon karkeran anîne herêma erdhejê. Lynch da zanîn ku ji bo ew tiştên qewimîne li qadê bibînin û ka bizanibin çi qewimiye hatine herêmê û tevî hemû zor û zehmetiyan jî wan piştevaniya karkeran dîtiye û bi vê serbilind in. Lynch anî ziman ku ew ê peyamê bidin civaka navneteweyî jî û got: “Li vir her çiqas hewldanên ezamet werin nîşandan jî lê hewcedarî bi rewşa lezgîn heye. Pêwiste li van deran xebata ji nû ve avakirinê ya li gorî rûmeta mirovan bê kirin.”    ‘EM Ê WE JI BÎR NEKIN’   Lynch ji bo fîrmayên navneteweyî yên di kavil û înşakirina ji nû ve de cih bigirin hişyariya Girêbesta Komkarî da û got: “Divê kes li ser kedkar û karkeran pere qezenc neke. Xebatên ku sendîka dikin tesîr li ser me kirin. Me di her qadê de dît ku civak çiqas berxwedêr e. Divê hikûmet wek tevahî cîhanê li gel sendîkayan xebatan bike. Divê şîrket jî bi sendîkayan re rûnên û plasnaziyê bikin. Her wiha ez dibêjim ku sendîkayên Ewropayê wê welatiyên Tirkiyeyêj i bîr neke. Ji bo we çi ji destê me were em ê bikin.”    Serdana şandeyê li Hatayê didome.