Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin 2023-04-15 14:00:22   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li ser hesabê xwe Twitterê ragihand ku li Stenbolê hatiye binçavkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.    Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.    Îro jî polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 12 kes kirin binçavan.