Bajar bi bajar coşa hilbijartinê: Wê berxwedêr îktadara we hilweşînin 2023-04-15 17:20:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li Stenbol, Mûş, Edene û Wanê xebata hilbijartinê bi coş berdewam kir. Namzetê Parlarmenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Cengîz Çîçek li Stenbolê axivî û got: “Wê feqîr, kedkar û berxwedêr îktidara we hilweşînin.”    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê berdewam dike.    STENBOL    Partiya Çepên Kesk li navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê veguherî şahiyek bi coş. Di şahiyê de danasîna namzetên parlamenteriyê yên partiyê hatin kirin. Namzet bi coşek zêde hatin pêşwazîkirin û namzetan gel silav kir.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Namzetê Parlamenteriyê yê Herêma 2’yemîn a Stenbolê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek di şahiyêde axivî û bilavkirina girtiyên azadiyê dest bi axaftina xwe kir. Çîçek anî ziman ku bi milyonan kes ji bo têkoşîna azadiyê dixebite û got: “Gelê kurd bi bedelên pir giran hat van rojan. Em ji qesr û îktidara wan re dibêjin; em ê bêdeng nebin, em natirsin. Bila yên li qesrê bitirsin. Em têkoşîna mezin hatin van rojan. Hûn nikarin çonga me deynin erdê. Wê feqîr, kedkar û berxwedêr îktidara we hilweşînin. Em ji we re sond dixwin ku wê faşîzm û îktidara wan têk here.”    Piştî axaftinan namzetan û ciwanan buroya hilbijartinê vekir.    BAGCILAR   Partiya Çepên Kesk li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê jî li taxa Fevzî Çakmak buroya hilbijartinê vekir û girseyek qelebalix tev li bû. Coş di asta herî jor de bû û dirûşm ji qadê berz bûn. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Herêma 2’yemîn a Stenbolê tev li vekirina buroyê bûn û danasîna wan hat kirin.    HILBIJARTINA AZADIYÊ Û SERKEFTINÊ    Namzeta Partiya Çepên Kesk Çîçek Otlû axivî û got ew soza serkeftinê didin gelê xwe.    Namzet Çîçer Ariç jî axivî û got ev hilbijartina azadiyê ye û ew ê bi ser bikevin.    Namzet Îlknûr Bîrol jî axivî û da zanîn ku ew ê di 14’ê Gulanê de ji vê pergalê rizgar bbin.    Piştî axaftanan vekirina buroyê pêk hat û girse belavokan li taxê belav kir.    MÛŞ    Partiya Çepên Kesk li navçeya Kopê û Milazgirê yên Mûşê û li bajaroka Lîzê ya Milazgirê vekirina buroyên hilbijartinê pêk anîn.    Namzetên parlamenteriyê Sumeyye Boz û Serhat Dursun tev li şahiya vekirina buroyan bûn.    Di vekirina buroyan de namzet axivîn û banga xwedî derketina sindoqan kirin û xwestin her kes li ber îktidara faşîst rabe.    WAN   Li taxa Şabaniyeyê ya navçeya Artemêtanê jî bi beşdariya sedan kes buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hat vekirin. Namzetên partiyê û rêxistinên partiyê û bi sedan kes tev li şahiyê bû û govend gerandin.    Hevseorka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn da zanîn ku ew ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de îktidara AKP’ê têk bibin.   Piştî axaftinan Dayikên Şemiyê qurdele birîn û vekirina buroyê pêk anîn.    EDENE    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê jî li taxên Beyazevler û Emekê serdana dikandaran û bazarên taxan kirin û xwestin di hilbijartinê de her kes piştgiriya wan bike.