Li Midyadê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-15 17:38:15   MÊRDÎN - Namzetê Mêrdînê yê Partiya Çepên Kesk George Aslan ku li Midyadê di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, got: "Li Midyadê gel bi 4 zimanan diaxivin û dijîn. Em dikarin vê mînaka Midyadê veguhêzînin meclisa Enqereyê."    Partiya Çepên Kesk, li navçeya Mêrdînê Midyadê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Mêrdînê yên Partiya Çepên Kesk George Aslan û Kamûran Tanhan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Berîvan Bahçecî û şandeya pê re, li têketina Midyadê bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Girse paşê bi karwaneke ji sedan wesayîtê pêkhatî heya nava bajêr çû. Girse gava hat ber buroya li Taxa Akçakayayê, welatiyan li vir ew bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin.    Beriya vekirina buroyê ewilî namzetên Mêrdînê axivîn. Kamûran Tanhan anî ziman ku ev hilbijartin dê bibe sebeba azadiya girtiyan û rizgariya Efrîn û got: "Ew ê di 14'ê Gulanê de biçin, em ê bi ser bikevin. Em ê bikin 6-0."    Namzetê Mêrdînê yê Partiya Çepên Kesk George Aslan got: "Li Midyadê gel bi 4 zimanan diaxivin û dijîn. Em dikarin vê mînaka Midyadê veguhêzînin meclisa Enqereyê."     Axaftin bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. Dayikên Aştiyê qurdêleya buroya hilbijartinê birîn. Bername bi govendgerandinê bi dawî bû.