Odeyên bijîşkan bûn mêvanê fitariya malbata Şenyaşarê 2023-04-15 21:33:07   RIHA- Odeyên bijîşkan bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê ya li ber Edliyeya Rihayê. Ferît Şenyaşar got: "Em ê bi piştevaniyê edaletê bînin Rihayê û tevahiay Tirkiyeyê."    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 754’yan de berdewam dike.   Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire.   Îro odeyên bijîşkan ên herêmê yên girêdayî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bûn mêvanê sifreya fitariya malbata Şenyaşarê.    Beriya Fitariyê Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bûlût Ezer axivî. Ezer anî ziman ku heya daxwaza edaletê ya malbata şenyaşarê pêk neyê, ew ê li cem malbatê bin.    Ferît Şenyaşar jî got: "Em ê bi piştevaniyê edaletê bînin Rihayê û tevahiay Tirkiyeyê."