Baroya Amedê, giliyê Ozdag kir 2023-04-15 21:37:21       NAVENDA NÛÇEYAN – Baroya Amedê, giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir. Ozdag, ji hilbijêrên HDP û Partiya Çepên Kesk re gotibû "kujer".    Baroya Amedê, giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kir.   Ozdag di dema xebatên hilbijartinê de ji hilbijêrên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk re gotibû "kujer" û "ji çiyê daketine".  Baroya Amedê jî di çaçroveya sûcê "biçûkxistina gel" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê Ozdag kir.