Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê 2023-04-15 22:06:33   ÇEWLIG - Li Çewligê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk veguherî mîtîngê.    Partiya Çepên Kesk, li Çewligê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana esnafan kir û belavok belavkirin. Namzetên parlementeriyê yên Çewligê Cemîle Tûrhali, Omer Farûk Hulakî û Farûk Aris û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Çewligê Emîne Yalçin û Lutfu Aslan û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê Mîhrîban Ekîncî û Feyzûllah Şahanoglû serdana esnafan kirin. Esnaf bi eleqeyeke mezin nêzî namzetan bûn û gotin: "Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em her tim bi we re ne."    VEGUHERÎ MÎTÎNGÊ   Piştî serdana esnafan girse bi beşdarbûna welatiyên li derdorê çûn cihê buroya hilbijartinê, Taxa Beşyolê. PArlementerê HDP'ê Erdal Aydemîr jî daxilî nava şandeyê bû. Bi sedan kes tevî vekirina buroyê bûn. Li bajêr vekirina buroyê veguherî mîtîngê.    Beriya vekirina buroyê girse li ber stranên hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) govend gerand. Di dema govendgerandinê de tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" û Hikûmet îstifa" hatin berzkirin.    Namzetên parlementeriyê yên bajêr destnîşan kirin ku ev hilbijartinê dê bibin dawiya vê desthilatê û munasebeta rojên ronî ji bo kurdan.    Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi çep û tilîliyan hat vekirin.