ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2023’YAN 2023-04-16 09:00:17   * Hevserokê Şaxa SES’ê ya Meletiyê Veysî Apak diyar kir ku rakirin û rêtina kavilan bêyî tenduristiya welatiyan esas bê girtin tê kirin û îşaret bi nexweşiyên muhtemel kir.   * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Huseyîn Hazim Ozdemîr diyar kir ku ew li Edeneyê xwedî îdiayeke mezin in û bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin.    * Di îdnameya der barê rojnamevan Azîz Orûç de, bernameya wî ya "Dengê Kuçeyê" Sûc hatiye hesibandin. Dozger xwestiye ji ber pirsên ku Orûç ji gel kiriye û bersiva pirsan, ceza li Orûç bê birîn.    * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Aydinê Celal Gumuş, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a Aydinê ew e ku JES dibin sedema talankirina ekolojiyê û got ku armanca wan ew e ku ji bo têkoşîna bajêr 2 parlamenteran bişînin meclisê.    * Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Şaxa Wanê Mehtap Işik diyar kir ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlûyê û Girtîgeha Hejmar 2 ya Dûmluyê girtî di hucreyên yekkesî de tên girtin û got ku dê giliyê berpirsan bikin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 755’an de bidome.    * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran bûroyên hilbijartinê veke û bi gel re bê ba hev. (11.00-20.00)     * Dê bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş li Erzirom û Mûşê; bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk li Dihê ya Sêrtê, navend û Misriçê; bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca li Lîmontepe ya Îzmîrê, Xaçerêya Gazîemîr a Îzmîrê û Manîsayê û bi tevlibûna Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî li Kocaeliyê bûroyên hilbijartinê bên vekirin û bi gel re hevdîtin bên kirin. (11.30, 16.00, 12.00, 15.00, 20.00, 11.00, 13.00, 16.00, 13.00) ZINDΠ   * Jin dê bi dirûşma “Dijminên jinan dê têk biçin, serhildana jinan dê biguherîne” li Îskeleya Emînonu ya Stenbolê daxuyaniyê bidin. (16.00)    * Piştevaniya Mor dê li Karşiyake ya Îzmîrê komeleya jinan veke. (16.00)