Bi bernameya xwe ya 'Dengê Kuçeyê' tê sûcdarkirin 2023-04-16 09:04:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdnameya der barê rojnamevan Azîz Orûç de, bernameya wî ya "Dengê Kuçeyê" Sûc hatiye hesibandin. Dozger xwestiye ji ber pirsên ku Orûç ji gel kiriye û bersiva pirsan, ceza li Orûç bê birîn.    Rojnamevan Azîz Orûç ku di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de ye, tevî 14 jê girtî 17 hevpîşeyên xwe dê di 11'ê Tîrmehê de derkeve pêşberî dadger. Danişîn dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin. Rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin. Di îdinameya de rbarê rojnamevan Orûç de, bernameya ku wî pêşkeş kiriye û nûçeyên wî sûc hatine hesibandin.    Pirsên ku Azîz Orûç di bernmaya xwe ya "Dengê Kuçey"ê de kirine û bersivên welatiyan sûc hatien hesibandin. Bernameyên ku li ser êrişên li Herêma Kurdistana Federe, rola PDK'ê ya di êrişan de û polîtîkayên çewisîner ên desthilatê di îdinamaeyê de cih girtine. Di îdianameyê de tê îdiakirin ku Orûç "hevokên navtêder û yên bi kîn û nefretê dijminatiya dewletê dikin bi kar aniye". Her wiha hatiye derpêşkirin ku "dilê ciwanên kurd ijandiye çalakî û serîhildanan" û "bi şîrovekirinên xwe tevgera leşkerî ya rewa ya Tirkiyeyê berevajî kiriye."    HEVPEYVÎN SÛC HATINE HESIBANDIN   Her wiha di îdianameyê de hevpeyvînên Orûç ku di 22'yê Adara 2021'ê de bi welatiyên re kiriye jî sûc hatine hesibandin. Ji xeynî vê hevpeyvînên wî yên li ser êirşên Şengalê ku bi hevpîşeyên wî re kiriye û hevpeyvîna wî ya bi Endamê Konseya HEvserokatiya PYD'ê Salih Muslim re jî sûc hatine hesibandin.    ŞAHIDÊ VEŞARÎ   Beyanên şahidên veşarî û wêneyên wî yên nûçeyan jî sûc hatien hesibandin. Beyanên şahidê veşarî "CV23TY45UP78" ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP'ê ye jî, di îdianameyê hatin bicihkirin. Vî şahidê ji bo Orûç derpêş kiriye ku "propagandaya rêxistinê" kiriye."    MA / Azad Altay