Malbata Gorgun bi gumana ‘înfazê’ serî li ÎHD’ê da 2023-04-16 11:17:28   MÊRDÎN - Bavê 8 zarokan welatiyê bi navê Lokman Gorgun bi îdiaya “PKK’î ye” hatibû kuştin û malbata Gorgun bi gumana “înfazkirinê” serî li ÎHD’ê da.    Endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Xebatkar Bagok) û xalê wî Lokman Gorgun, di 8’ê nîsanê de li gundê Cînata yê li herêma Omeriya ya Mêrdînê di encama kêmîna li ser rê hatiye danîn de hatin kuştin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir û îdia kir ku her du kes jî “endamên PKK’ê ne û faîlên sê polîsên di sala 2016’an di pevçûnê de hatine kuştin in.” Lê belê derket holê ku Lokman Gorgun ê 52 salî bavê 8 zarokan e û li gund debara xwe bi sewalkariyê dike. Şêniyên gund û malbatên Kahraman û Gorgun ji destpêka roja bûyerê heta niha dibêjin ku her du kes jî hatine înfazkirin. Malbata Gorgun, bi gumana înfazkirinê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da.    GUMANA ‘ÎNFAZKIRINÊ’   Malbata Gorgun di serlêdana xwe de diyar kir ku Gorgun dema bi motorsîklêtê pêşve diçû, rastî hinek çekdarên nasnameya wan nediyar hatiye. Bi domdarî di serlêdanê de wiha hatiye gotin: “Heta niha jî ne motora sor a bavê min nîşanî me dane ne jî delîlek.” Malbatê, destnîşan kir ku Gorgun piştî telefonekê ji malê derketiye û têkildarî şêweyê qewimîna bûyerê heta niha tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Bi domdarî malbatê wiha got: “Endamê tu rêxistinan nebû. Kesekê di halê xwe de bû, bavê 8 zarokan bû, cotkar bû û bi sewalkariyê mijûl bû. Li gorî me cendirmeyan belasebep gule lê reşandin û kuştin.”    Malbatê di serlêdanê de daxwaza alîkariya hiqûqî kir. ÎHD’ê jî da zanîn ku dê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc bike.