Li Amedê xwarina fitarê hate dayîn 2023-04-16 20:17:19   AMED - TJA’yê li Amedê, MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê jî li navçeya Bismilê xwarina fitarê dan.    Li Amedê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li taxa Şemsîler a navçeya Yenîşehîrê bi navê Sifreya Erdê xwarina fitarê hate dayîn. Li xwarinê namzetên parlemeteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Sorgul Aytek, Ceylan Akça, Adalet Kaya, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hasîbe Yazdik, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, MEBYA-DER , Komelaya Jinan a Rosayê ji di nav de gelek welatî amade bûn. Kesên li xwarinê amede bûn û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk piştî xwarinê ji bo civîna gel çûn Taxa Selahaddîn Eyyûbî ya navçeya Rezana Amedê.    LI BISMILÊ FITARE HATE DAYÎN    Li navçeya Bismila Amedê jî di pêşengtiya MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê de xwarina fitarê da. Malbatên ku zarokên wan di dîrokên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dan, endamên MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Azad Bariş û Mehmet Emîn Aktar, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hayrettîn Altûn, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên HDP’ê û DBP’ê yên navend û navçeyan, Hevşaredarên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Komeleya 78’an û bi sedan welatî beşdar bûn.