Şaredariya Silopiyayê xwarina fitarê da 2023-04-16 21:53:57 ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ji bo hezaran kesan xwarina fitarê de.  Şaredariya Silopiyayê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Qada Newrozê ya li Silopiyayê ji bo hezaran kesan xwarina fitarê da. Di xwarina fitarê de Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan, Suleyman Şavlûk, namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Ayşegul Dogan, Newroz Ûysal, Bedîrhan Osal û Zekî Îrmez, her wiha Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên Bajar û Navçeyan ên Partiya Çep a Keskan û bi hezaran kes amade bûn.    HDP û Partiya Çepên Kesk ku bi gel re li ser sifreya fitarê civiyan, bi gel re sohbet kirin û der barê hilbijartina pêş de agahî dan hev. Piştre namzetên parlamenteriyê yên Şirnexê axaftineke kurt kirin. Namzetan bal kişandin ser yekitî û hevgirtinê û diyar kirin ku roj nêz e ku gel hemû di nava aştiyê de li ser heman maseyê xwarinê bixwin.