Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî buroya hilbijartinê ya jinan hate dayîn 2023-04-16 23:52:31   MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi tevlibûna sedan kesan buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin, mudaxileya polîsan jî nekarî pêşiyê li coşa gel bigire.    Partiya Çepên Kesk li ser Cadeya Sakarya ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi awayekî girseyî buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Mêrdînê û bi sedan kes tev li vekirina buroyê bûn. Girseyê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” re govend gerand.    Namzeta parlamenteriyê Berîtan Guneş a di vekirinê de ewilî axivî, diyar kir ku jin îro dîsa li dijî desthilata ku bi salane hewl dide têkoşîna jinê tune bike dîrokê dinivîsin û jin dê hikûmeta AKP'ê têk bibin. Pişt re namzeta parlamenteriyê Leyla Kaya jî diyar kir ku hemû civak ji têkoşîna jinên kurd didin hêzê digire û destnîşan kir ku bi vê têkoşînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Kaya, anî ziman ku tovên aştî, azadî û demokrasiyê çandine û wê di 14’ê Gulanê de ev tev şîn bibin.    Piştî axaftinan bi dirûşmeyan qurdeleya buroya hilbijartinê hate birîn û buro hate vekirin. Girse bi tilîliyan govend gerandin.    JI ÊRIŞA POLÎSAN RE DIRÛŞM BERZ KIRIN   Polîsên ku tehamulî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” ên di dema gerandina govendê de hatin berzkirin nekirin, xwest kesên dirûşm berzkirin binçav bikin. Piştî ku girseyê bi heman dirûşmeyan li dijî polîsan derketin, polîsan bi gaza îsotê û ava bişid êrişî girseyê kir. Polîsan gelek kes binçavkirin, girseyê berzkirina dirûşmeyan li ber buroyê û di navbera kolanan de domand.