Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozkuş: Dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbibin 2023-04-17 09:20:51   MELETÎ - Namzete Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş anî ziman ku gelê Meletiyê piştî erdhejê rastiya dewletê dît û wiha got: "Ez di wê baweriyê de me ku li Meletiyê guherandinên mezin wê çêbibin. Em ji bo li Meletiyê bibin partiya yekem dixebitin."   Partiya Çepên Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bê navber didomîne. Partiya Çepên Kesk ku li Meletiyê bi 6 namzetên parlamenteriyê wê bê temsîl kirin, li navend, navçe û gundên Meletiyê bi serdana gel re amadekariyên xwe yên hilbijartinê dike. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Yûsûf Bozkûş tekildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê anî ziman ku Partiya Çepên Kesk dê li Meletiyê guherandinên mezin çêbike.    Bozkûş, bi bîr xist ku piştî erdhejê alîkariya gel nehate kirin û anî ziman ku wan jî weke Partiya Demokaratîk a Gelan  (HDP) maseya krîzê avakirine û alîkariya mexdûrên erdhejê kirine. Bozkûş wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne dewlet ne jî şeredarî tu kes tune bû. Êş û mexdûriyetên mezin li Meletiyê qewimîn û hê jî mexdûriyeta gel berdewam dike. Hê jî kesên ku negihiştine konan hene. Yek ji sedema karesatê jî vekirina cihên çandiniyê ya ji îmarê re bû. Divê yên ku ew cih ji îmarê re vekirinê bên tespîtkirin û hesab bidin. Em ê hesab ji kesên ew der ji îmarê re vekirinê û şeredariya ku ne li cem gel bû bipirsin."    'XWEZAYA BAJÊR TÊ TALANKIRIN'   Bi domdarî Bozkûş bal kişand ser pirsgirêkên piştî erdhejê yên Meletiyê û wiha pê dê çû: "Her wiha pirsgirêka molozan jî heye, cihên ku kavil tên valakirin di nava bajêr de ne û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Ji aliyê din ve jî li gundê Mamurekê kavil hatin valakirin, li wir mirov dijîn û ew der cihê çandiniyê ye. Xwezaya bajêr tê talan kirin. Em ê van pirsgirêkên bajêr bînin rojevê û hesap ji yên kesên bûna sedema van pirsgirêkan bipirsin."    'GUHERANDINÊN MEZIN DÊ ÇEBIBIN'   Bozkûş destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de nne ku li Meletiyê dê di 14'ê Gulanê di nava civakê de guherînên mezin çebibin û ev tişt anî ziman: "Partiya Çepên Kesk temsîliyeta rêya 3'yemîn e. Em pêkvejiyanê û jiyaneke civakî diparêzin. Me di erdhejê de jî ev yek nîşan da. Tu feydeya partiyên pergalê ji gel re tune ye. Ew tenê li gor berjewendiyên xwe difikirin ne ji bo gel. Di erdhejê de jî ev yek derket holê. Gelê Meletiyê jî ev yek dît. Niha em diçin li ku bi coş em tên pêşwazîkirin. Ez di wê baweriyê de me ku li Meletiyê dê guherînên mezin çebibin. Em ji bo ku li Meletiyê bibin partiya yekem dixebitin. Meletî, Partiya Çepên Kesk e. Em pir bi hêvî ne."   'GELÊ ME WÊ PARTIYA XWE HILBIJÊRE'   Di berdewama axaftina xwe de Bozkûş anî ziman ku gelê kurd heta niha li Meletiyê nehatiye temsîlkirin û wiha domand: "Piştî erdhejê jî gelê Meletiyê dît ku ew çawa li partiya me binêrin jî partiya me li cem wan e. Partiyên pergalê jî ne li cem wan bûn. Partiyên pergalê xwe ji ser rantê avakirine. Heta niha gelê kurd li Meletiyê nedihat temsîlkirin. Divê gelê kurd bi Partiya Çepên Kesk bê temsîl kirin. Di van hilbijartinan de jî ji bo ev yek pêk were em ê bixebitin. Em jî di wê baweriyê de ne ku gelê me wê partiya xwe hilbijêre."    'DENG BIDIN XWE'   Di dawiya axaftina xwe de Bozkûş diyar kir ku heke ew bikevin Meclisê dê pirsgirêkên gelê Meletiyê bînin rojevê û ev bang li gel kir: "Partiya Çepên Kesk wê bibe temînata Demokrasiyê. Armanca me jî bi giştî derxistina 100 parlamenteran e. Partiya me di heman demê de wê li Meletiyê jî demokrasiyê pêk bîne. Heke em li Meletiyê parlamenteran derxînin, parlamenterên me dê her tim di nava civakê de bin û pirsgirêkên wan bînin rojevê. Em ê her tim li cem gelê xwe bin. Banga me ji gelê meletiyê ew ê ku xwedî li partiya xwe derkevin û deng bidin xwe, ji ber ku em ew in ew jî em in."   MA / Mahmût Altintaş