Doza êrişa li dijî cemxaneyan taloqî 15’ê gulanê hat kirin 2023-04-17 13:59:50 ENQERE - Danişîna doza bersûcên êrişî cemxaneyan kiribûn, taloqî 15’ê gulanê hat kirin.    Danişîna doza derbarê yek jê girtî û 2 jê berdayî ku 3 êrişkarên cemxane û saziyên elewiyan ên li Enqereyê de hatiye vekirin, li 63’yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat lidarxistin. Bersûc ango êrişkar Çagdaş Can Bardakçi û Baver Gul ên negirtî ji Îzmîrê û Ahemt Ozan Karaca yê li Girtîgeha Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin. Parêzeran û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê Emîralî Turkmen, Îhsan Seylan û Metîn Kilinç tev li danişînê bûn.    Parêzerên endamên Baroya Enqereyê xwestin daxilî dozê bibin. Parêzerên dozê jî xwestin lêpirsîn were berfirehkirin.   Parêzerê bersûcê girtî Yusuf Ziya Unsal xwest miwekîlê wî were berdan. Parêzerên dozê jî diyar kirin ku ew dixwazin girtina bersûc berdewam bike.    Şandeya dadgehê daxwaza berdana bersûc red kir û biryara dewama girtina wî da. Dadgehê daxwaza daxiliya baroyê ya dozê red kir û danişînê taloqî 15’ê gulanê kir.